Mirateya Şehîdan Esasê Tekoşîna me ye

  • 18 Nîsan 2017 | Şehîd

Rojavayê Kurdistan û Bakûrê Sûrî her roja xwe ya azad, dahatûya xwe ya bêyî xeteriya dagirkerî û paşverûtî deyndarê ew şervanên ku fedaiyên azadiya gelan e. Ew kesên ku xwe ji bo teqezkirina ewlehiya gelê xwe feda dikin, bêguman ew kes in ku dîrok wan di dilê xwe de vedişêre. Ji ber ku her mirovek bi qasî jiyankirin û kirinên xwe bi rûmet û hêjayî bibîrxistinê ne, em dizanin hinek mirov xwedî rûmeteke bê hempa û hêjayî bibîrxistineke di her kêliyê jiyanê ne. Şervanên azadiyê û parêzvanên şoreşa gelan  vê baş dizanin ku jiyan pir caran di mirinê de wateya xwe ya esasî peyda dike. Lewma jiyana xwe bi mirinê tacîdar dikin.

 

Jinên şoreşger yên ku ji vê şoreşê re pêşengtî kirin, erka xwe yê parastina şoreşê jî tu caran ne terikandine. Wek tîmsalê nîşandana “mirovê wêrek û evîndarê azadiyê” wê çawa bijî, jiyana xwe dikin perwerdeyeke têr û tijî. Yên ku bikaribin vê waneyê bixwînin dê bizanibin xeyalên xwe ji bo xeyalên zarokên gelê xwe feda kirin çi dilsoziyek û fedakariyeke mezin dixwaze. Du ji wan fedaiyan, Şehîd Bêrîtan û Şehîd Kurdistan, di pêngava Xezeba Firatê di meha adarê de tevlî karwana nemiran bûbûn.

 

Em wek YPG û YPJ soz didin ku emê mîrateya şehîdan bikin esasê têkoşîna xwe. Di serî de ji bo malbatên wan, ji hemû gelên Rojava û Bakûrê Sûrî sersaxiyê dixwazin.

 

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

 

 

Nav û Paşnav: Bêrîtan Elbak

Navê Rast: Fadîme Alkan

Navê Dayikê: Kumriye

Navê Bav: Seyfedîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 6 Mart 2017

 

 

Nav û Paşnav: Kurdistan Sûmbûl

Navê Rast: Fayqe Reşozade

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Selam

Cihê ji Dayikbûnê: Urmiye

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 6 Mart 2017

 

Navenda Ragihandina YPG | 18 Nîsan 2017