Minbic salek e azad e: Xwîna Zehrayê dar şîn kirin

  • 12 Tebax 2017 | Nûçe

Piştî ku Minbic hat rizgarkirin, çîroka wê jî derket holê. Zehra Icêlo ya bi îftirayê hatibû girtin û ji ber ku li hemberî keviran serê xwe netewand bi 3 guleyan hat qetilkirin. Xwîşka wê dibêje bila hemû cîhan çîroka Zehrayê bibîhize.
 
Minbic di 13’ê tebaxa 2014’an de ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Piştî ku bajar hat rizgarkirin rûyê reş û hov ê DAIŞ’ê hat teşhîrkirin. Dîmenên jinên ku ji dagirkeriyê rizgar bûn û çarşefên reş ji ser xwe avêtin di dîrokê de cihê xwe girt. Çîroka Zehra Icêlo ya ku ji ber serê xwe netewandiye ji aliyê çeteyan ve hate recmkirin ku rojnameger Binevş Sarya nivîsandiye, tenê mînakek e ku hovîtiya çeteyan a li dijî jinan nîşan dide. Cihê Zehra lê recm kirin niha dar lê hêşîn dibin. Çîroka Zehra Icêlo ya minbicî û Sureya Menuçehrî ya îranî her çi qas salên dûr û dirêj ketibin navberê jî dişibin hev.
 
Xwîşka Zehra Icêlo ku nexwest navê xwe aşkera bike qala çîroka wê kir.
 
JIYAN BÛ DOJEH
 
Xwişka Icêlo wiha got: “Zehra di zaroktiya xwe da jîr bû. Em her tim bi hev re bûn. Zehrayê beşa tenduristiyê xwend û li Minbicê dest bi xebatê kir. Zehra piştî ku zewicî jî xebitî. Hevjînê wê li derveyî bajar dixebitî. Piştî demekê Zehra û hevjînê xwe hev berda. Zor û zehmetiyên jiyanê me bi hev re derbas dikirin. Jiyana me baş bû. Piştî çeteyên DAIŞ’ê bajar dagir kir, jiyan li me bû dojeh. Jiyan ji jinan re bi her awayî hat qedexekirin.”
 
HAT GIRTIN
 
Xwişka Icêlo diyar kir ku li gel hemû şîdet û zextên çeteyan jî xwişka wê xebatên xwe domandine û wiha berdewam kir: “Ji ber ku ew dixebite çete gelek aciz dibûn. Rojekê çete hatin Zehra ji malê birin û got ku di mala wan de çek hatine girtin. Paşê ez jî girtim. Piştî 3 rojan çeteyan zilamek anî û got ku têkiliya Zehrayê bi wî re heye. Em 6 mehan girtî man. Sedema girtina Zehrayê xebata wê û sedema qetilkirina wê jî bersiva ku da çeteyan bû.”
 
DAR LÊ ŞÎN BÛNE
 
Xwişka Icêlo da zanîn ku xwişka wê li hemberî çeteyan serî netewandiye û wiha axivî: “Dema qaziyê çeteyan jê re got ‘te zîna kiriye’ Zehrayê jî got ‘ne ku min zîna kiriye, we tehemûl nekir ku em jin debara xwe bikin û werin ba hev. Ez bê guneh im, vê yekê Xwedê jî dizane. Lê dê roj were hûn ê di agirê guneha min de bişewitin.’ Qazî piştî vê biryara recimkirinê da. Roja Zehra birin, hat xatir ji min xwest û ji min re got ‘Ez diçim, lê ez bê guneh im. Qedera min wisa nivîsandin lê tu bi hêz be, ji vî bajarî biçe.’ Zehra birin li qada ku berê garaja wesayîtan bû, li wir kortalek kolandin, ew heya navikê kiribûn nav axê. Lê Zehrayê pir li ber xwe da. Dibînin ku Zehra namire, di dawiyê de bi 3 guleyan qetil dikin. Cenazeyê wê nîvî dibin goristanê vedişêrin nîvî jî li wê derê dimîne.” Xwişka Zehrayê herî dawî wiha got: “Wê rojê baraneke dijwar barî. Lehî rabû. Piştî 3 rojan li cihê Zehra hat qetilkirin şitilek şîn bû. Her kesî jê bawer kir ku Zehra jineke bê guneh bû. Zehra çû lê Xwedê ji zaliman re nehişt. Niha em li bajarê xwe azad dijîn û bi hatina Meclisa Leşkerî ya Minbicê gelekî kêfxweş in. Ez hêvî dikim ku her kes dengê qîrîna Zehrayê bibihîze.”
 
Hovîtiya çeteyan a li girtîgehê
 
Xwişka Zehrayê qala hovîtiya çeteyan a li girtîgehê kir û wiha axivî: “Di girtîgehê de em 18 jinên misilman û 10 jî jinên êzidî hebûn. Ew jin ji Şengalê anîbûn. Li jinên êzidî her tişta derveyî exlaq dikirin. Rûyên me bi çarşefên reş girtîbûn, jinên Şengalê rûyê wan vekirîbû û her roj emîr dihatin, jinên Şengalî dikirin rêzê û ji xwe re yek hildibijartin û tecawiz li wan dikirin. Heta Zehra hat qetilkirin em li gel hev bûn. Ji bo jinên Şengalê girtîgeh dojeh bû.”
 
Çavkanî: MINBIC – ŞÛJIN