Milîtanê Erkê Xerîb Welat
- 20 Nîsan 2019 | Daxuyanî

Milîtanê Erkê Xerîb Welat
Di her karêkî şoreşa me de pêşeng hebûn da ku xebat rêk û pêk bikin û biçin serkeftinê. Çawa ku fermandarên wekî Xebat û Silav rêya avabûna hêza YPG û YPJ’ê vekirin, di hundirê hêza YPG û YPJ’ê de gelek saziyên ku xizmetê şoreşê bike û şoreş bi cîhanê bide nasîn de jî gelek pêşeng hebûn. Ji bo ku hêza YPG û YPJ’ê bê ji cîhanê re were nasîn, rastî û heqîqeta mirovên êş kişandî û fedayiyên wan cîhanê re were nasîn di nava YPG’ê de Navenda Ragihandina YPG’ê hate damezrandin. Di avabûyîna vê navendê de jî pêşengên wekî Xerîb Welat ku pîvanên şoreşgertiya bê qisur raxist holê cihê xwe girt.
Rêheval Xerîb bi destpêkirina şoreşê re berê xwe da nava refên şoreşê daku karibe dilsoziya xwe ya xurt nîşan bide. Di şerên li dijî çeteyên El-Nusra de cihê xwe girt. Bû ciwanekî şoreşger û xwe bi şoreşê re kir yek. Zagonên rast yê rêhevaltiyê bi tevgerîna xwe ve fêrî herkesî kir. Bi vî rengî ango bi awayekî bê qisur xwest di şoreşê de cihê xwe bigre. Ji ber vê yekê ji her xebatî û ji her cihekî re amade bû.
Di pêvajoya damezrandina Navenda Ragihandina YPG’ê de jî rêheval Xerîb bi awayekî çalak cihê xwe girt. Her çiqas zanabûna pîşeyî kêm bû, naskirina kar tune bû jî lê belê israr û fedekariya rêheval Xerîb û hevalên wî hişt ku Navenda Ragihandina YPG’ê bigihîje heya roja îro. Bi demê re dest bi xebatên pîroz yên danasîna şehîdên şoreşa Rojava-Bakurê Sûrî kir. Bernameyekî bi navê Cangoriyên Azadiyê amade kir û li kêleka wê tevahî xebatên ragihandinê de cihê xwe girt.
Rêheval Xerîb her kêliyekî ji jiyana xwe bi şoreşê re jiyan kir û dida jiyîn. Dîsa ji bona şopa hevrê û hevalên xwe yên di oxira şopandina heqîqetê de şehîd ketin de bimeşe û karê wan nîvço nehêle di qonaxa rizgarkirina Reqqayê de beşdarî pêngavê bû. Bi ruhê ragihandina hemû rastî û heqîqeta berxwedaniya şervanan ve çek û kameraya xwe li ser milên xwe kir û berê xwe da qada cengê. Di kêliya şopandina pêngava Tebqayê de, roja 20’ê Nîsana 2017’an di encamê teqîna mayînê de rêheval Xerîb şehîd ket.
Em wekî Navenda Ragihandina YPG di serî de yek ji damezrînerên saziya me rêheval Xerîb Welat, Mazlûm, Keder, Agirî, Arîn, Rêwan, Şîlan, Heqî, Fîraz, Tolhildan, Rohenda û hemû şehîdên ku di oxira şopandina rêya rastî û heqîqetê de gihiştin asta şehadetê bibîr tînin, soza pêkanîna xeyalên wan dubare dikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Nîsan 2019

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
