Mijdar 8: Êrîşkariya Artêşa Tirk Piştî Destpêkirina Pêngava Xezeba Firatê, Êrîşên Çeteyên DAIŞ û Koalîsyona Sûrî

  • 8 Mijdar 2016 | Nûçe

Ji Çapemenî û Rayagiştî re:
 
1. Ji destpêkirina hemle Xezeba Firat ve êrîşên dewleta Tirk a li ser hêzên me û xaka Rojava her diçe zedê dibe. Demekî ku şervanên me ji bo rizgarkirina bajarê Reqa ketine nav liv û tevgerê de dewleta Tirk hewldide ji pişt ve li me bide û zirar bigihîne hêzên me.
 
Di çarçoveya van êrîşan de Arteşa Tirk hewl da şevê din (7ê Mijdarê) ji du cihên cûda ve hîn komên çete derbasî xaka Rojava bike. 
 
Yekemîn cihê ku hewldan çetayan derbasî Rojava bikin gundê Doda yê dikeve navbera Qamişlo û Amûdê bû. Tevî 2 maşîneyên zirepoş û maşînekî sivîl nêzî 12 kes derdora saet 19.00’an de xwe gihandin sînora Rojava. Piştî destwerdana hêzên me yên sînor li qadê şerekî rû da. Çeteyên dixwastin derbasî Rojava bin û hêzên me dema di nava şer de bûn, maşîneyên Arteşa Tirk jî hêzên me gulebaran kirin. Di vê şerî de qasî hat zelal kirin 2 çete hat birîndar kirin. Piştî şer çeteyên dixwastin derbasî Rojava bibin paşvê revin. 2 çeteyên birîndar jî bi panzerên Tirkan ji qadê hat dûr xistin.
 
Cihê duyemîn a çeteyan xwe ceribandin ji bo derbasbûna Rojava bajarê Kobanê bû. Çeteyan bi alîkariya leşkerên Tirkan derdora saet 19.00’an de xwe nêzî sînora Rojava kirin. Hêzên me ew kirin bin şopandinê de. Piştî hêzên me derdora saet 19.30’da de li ser çeteyan de girt li qadê şer derket. Çeteyan gule reşandin li ser hêzên me. Şerên li vê qadê rû dan heta saet 24.00ê şevê jî berdewam kir. Piştî şer çeteyan ji qadê rêvin.
 
Heman demê de maşîneyên zirxî yê Arteşa Tirk li ser sînora Girkê Legê û Dêrîkê di nav liv û tevgerek bê sekin de ne.
 
Arteşa Tirk heman şevê bi çekên giran êrîş birin li ser gundên Gelbenav, Koran û Elsen ên giredayî Girê Spî jî. 
 
2. 7ê Mijdarê saet 12.30’an de çeteyên DAIŞê tevî çekên giran û maşîneyên zirxî êrîşek berfireh birin li ser gundê Malha ya giredayî Şedadê. Bi awayekî hemwext çeteyan gundê Azawî jî bi topên hawanan û çekên giran bombebaran kirin.
 
Hêzên me di cih de bersiv dan êrîşê çeteyan û li herêmê şerên dijwar rû da. Şerê li herêmê heta saet 16.00’an bê navber berdewam kir. Hêzên me bi vê şerî êrîşê çeteyan şikandin û derbên giran li wan xistin. Di encama vê şerî de qasî hat zelal kirin 21 çeteyên DAIŞê hat kuştin û 2 panzerê çeteyan hat derb kirin. Di encama legerînê de tevî 7 termê çeteyan 2 doçka ket destê hêzên me. 
 
Di şerê pêşî girtina êrîşên çeteyan de 2 hevalê me ye bi lehengî şer dikir gihiştiye şehadete. 
 
3. 7ê Mijdarê saet 11.00’an de çeteyên DAIŞê bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Kurdisan a dikeve rojhilatê başûr a Bendava Tişrîn.
 
4. Çeteyên giredayî Koalîsyona Sûrî 7ê Mijdarê bi topên cehenemê êrîş birin li ser herêma Mizgefta Marûf a taxa Şêx Meqsûd a Halebê.
 
Çeteyan heman rojê bi çekên giran û topên hawanan êrîş birin li ser gundê Maranez a giredayî Efrînê jî.
 
Navenda Ragihandina YPG | 8 Mijdar 2016

Operasyonên me li hember şaneyên DAIŞê berdewam dikin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 30 Çile 2021

Daxuyani di derbarê salvegera rizgarkirina bajarê Kobanî

Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2021

Em rêhevalê xwe Ferhad Efrîn bi rêzdarî bi bîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 17 Kanûn 2020

Li Til Hemis 4 çete hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 08 Kanûn 2020

Li operasyona YATê ya 19ê Mijdarê 4 kes hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Mijdar 2020

Li Hesekê 4 çete hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 17 Cotmeh 2020

Li herêma Dêrazorê 19 çete hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 12 Cotmeh 2020

Em rêhevalê xwe Agir Kobanê bi rêzdarî bibîr tînîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Îlon 2020