Merheleya duyem ji Pêngava Xezeba Firatê destpêkir (10 Kanûn 2016)

  • 10 Kanûn 2016 | Daxuyanî

Pêngava yekem a hemleya Xezeba Firatê serkeftî bi dawî bû. Di vê pêngavê de, 700 km2  û bi dehan gund, bajarok û riyên stratejîk hatin rizgarkirin. Her wiha li gundewarên bakurê Reqqayê jî xetên parastinê yên çeteyên DAIŞ′ê hatin şikandin. Hêzên me korîdorên bi ewle vekirin û bi hezaran sivîl rizgar kirin.
 
Di civîna dawî ya Meclîsa Leşkerî ya Hêzên QSD′ê de biryar hat girtin ku di pêngava duyem a hemleya Xezeba Firatê de, tevahî gundewarên rojavayê Reqqayê werin rizgarkirin.
 
Em ji raya giştî re radigihînin ku hemleya Xezeba Firatê berfireh dibe û gelek hêzên şoreşger ′Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê, Hêzên Nexbe yên girêdayî Şepêla Sibe ya Sûrî û Lîwa Siwar EL-Reqqa′ her wiha hezar û 500 ciwanên Reqqayê,  beşdarî hemleyê bûn û ji aliyê hêzên Koalisyona navneteweyî ve hatin perwerdekirin.
 
Em bi Koalisyona navneteweyî re bi awayekî aktîf di nava kordîneyekê de ne. Em ê di pêngava duyem de kordîneya xwe xurtir bikin, da teror bin bikeve.
 
Berpirsyariya rizgarkirin û parastina Reqqayê li ser ciwanên wê yên ku beşdarî hemleyê bûne, dikeve. Piştî rigarkirina bajêr, dê bajar ji aliyê Rêveberiyeke sivîl (ku hemû pêkhateyên bajêr cihê xwe di nav de digirin) were rêvebirin.
 
Em bang li şêniyên bajar û gundewarên Reqqayê dikin ku ji bo rewşa ewlekariyê li gorî biryarên hêzên me tev bigerin. Em spasiya şêniyên Reqqayê û rûspiyên eşîreyên herêmê dikin ku di pêngava yekem a hemleyê de piştgiriya me kirin. Banga me ji ciwanên herêmê re heye ku beşdarî çeperên berxwedanê bibin da bajarê xwe ji terora DAIŞ′ê rizgar bikin.
 
Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)
10 Kanûn 2016