Li seranserê Rojava de 8’ê Adarê di nav şervanên YPJ’ê de hate pîroz kirin
- 9 Adar 2018 | Nûçe

Di pîrozbahiyê de peyama şervanan ew e ku wê berxwedaniya serdemê bi rihê Avesta Xabûr û Rûsiyaran tekoşîna jin bilindtir bikin, hat danîn.
Li ser vê esasê fermandariya YPJ Ariyan Qamişlo got : “Wek jinên ku di nava tekoşîna azadiyê de em jiyan dikin emê liber xwe bidin emê jiyan bikin. Li ser riya şehîdên Avesta, Arînan, Delalan û hemu şehîdan ê ku tekoşîna azadiyê de şer dikin û şehîd ketin emê ser vê riyê bimeşin.”
“Bi 8’ê Adarê re Berxwedana Serdemê wê geştir bibe”
Gellek şervanên YPJ di pîrozbahîyê de amade bûn û peyam dan ku sala 2018 bikin sala azadiya Rêber Apo û serkeftina berxwedaniya serdemê.
Şervana YPJ’ê Şîlan Mordem got: “8’ê Adarê serî da Rêber Apo hemû jinên cîhanê pîroz dikim. Taybet jinên kû niha çeperê şer da ê ku li hember dagirkeriya herî mezin berxwe didin, em dibejin 8’ê Adarê wê bibe tekoşîna jinên cîhanê taybet 8 Adarê diyarê Berxwedana Serdemê ya Efrînê dikin.”
Şervana YPJ'ê Tolvîn Dêrik, peyama li ser 8’ê Adarê da û gotine xwe bi vê awayî domand: “Sala 2018 wê bibe sala azadiya li hemû jinan taybet jinên Kurd û Ereb ê ku ser vê axê jiyan dike û azadiya Efrînê. Emê li ser riya şehîdên xwe bimeşin û wek Şehîd Avesta, Şehîd Barîn hemû jinên kû çeperan de canê xwe feda kirin emê vê rojê diyarî wan bikin û emê bikin roja azadiyê.”
8’ê Adarê wê bibe sala serkeftinê û azadiyê, ser vê esasî şervana YPJ’ê Viyan Efrîn jî got: “ Roja 8’ê Adarê serîda Rêber Apo û hemû şehîdên Kurdistanê diyar dikin taybet hemû jinên cihanê û yên ku li hemberê dagirkeriya dewleta Tirk çeperên Efrînê de berxwe didin, em vê rojê dîyarê van dikin” anî ziman.
Pîrozbahiya 8’ê Adarê heyanî derengiya şevê, şervanên YPJ’ê bi govend, şano û folklor berdawam kir û bi durişmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin jiyan azadî”, Bijî Berxwedana Efrînê “ bidawî bû.
Navenda Ragihandina YPG | 9 Adar 2018

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
