Li navenda bajarê Efrînê û gundewarên wê derbên giran li dagirkeran hat xistin

  • 4 Îlon 2018 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê yekîneyên me bi rêzeçalakiyên bi bandor derbên giran li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xistin. Agahiyên di derheqê çalakiyên ku li navenda Efrîn, bejahiya wê û gundewarên navçeya Şêrawa hatin lidarxistin wiha ne;

 

1. Roja 3ê Îlonê hêzên me li hember baregeheke koma çete ya bi navê el-Şam ya ku li gundê Xalta ya girêdayî Efrînê ye, çalakiyek lidarxistin. Di encama pevçûnên sînge sîng ên ku demek dirêj berdewam kirin de baregeh bi temamî hate rûxandin. Di çalakiyê de 6 çete hatin kuştin lê di derheqê hejmara brîndaran de agahiyên zelal bidest neketin.

 

2. Di heman şevê de ji alî hêzên me ve li ser rêya Tirindê ya girêdayî Efrînê li hember seyareyeke eniya el-Şam ku dixwest weke teqwiye biçe cîhê çalakiyê, çalakiyeke kemînê hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de seyare bi temamî hat rûxandin, yek jê serçete 5 çete hatin kuştin.

 

3. Heman rojê yekîneyên me bi awayekî hemwext li herêma di navbera gundên Gobelê û Basilê yên girêdayî navçeya Şêrawa, seyareyeke din ya leşkerî hedef girtin. Di encama çalakiya sabotajê ya ku hat lidarxistin de 4 çete hatin kuştin.

 

Di encama çalakiyên ku hatin lidarxistin de serçeteyê Tûgaya 23emîn Ehmed Semîr Brîer jî di nav de bi giştî 15 çete hatin kuştin, bi dehan çete brîndar bûn. Piştî çalakiyan, tevgera zêde ya balafirên bê mirov yên artêşa Tirk a dagirker li herêmê hat dîtin. Herwiha qad ji alî artêşa dagirker ve bêserûber hate gulebarankirin.

 

Yekîneyên me yên ku çalakiyan lidarxistin bi awayekî ewle vegeriyan baregehên xwe.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 4 Îlon 2018

Li operasyona YATê ya 19ê Mijdarê 4 kes hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Mijdar 2020

Li Hesekê 4 çete hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 17 Cotmeh 2020

Li herêma Dêrazorê 19 çete hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 12 Cotmeh 2020

Em rêhevalê xwe Agir Kobanê bi rêzdarî bibîr tînîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Îlon 2020

Salvegera damezrandina Radyo Rojava û Kovara Parêzvanên Rojava pîroz be!

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10 Îlon 2020

Em rêhevalên xwe Çiya Efrîn û Diyar Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û çapemeniya YPG’ê | 31 Tebax 2020

Peyama Sersaxiyê

Fermandariya Giştî ya YPG | 21 Tîrmeh 2020

Ji çapemenî û raya giştî re

Fermandariya Giştî ya YPG ­­|19 Tîrmeh 2020

Em hevrê Şahîn Amed rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 15 Tîrmeh 2020