Li navçeya Bilbilê ya Efrînê de 3 çeteyên dagirker hatin kuştin

  • 2 Kanun 2018 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên me çalakiyên xwe li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li herêmê didomînin. Di vê çarçoveyê de;

 

Di dîroka 30’ê Mijdarê, li gundê Heyama ya girêdayî navçeya Bilbilê yekîneyeke me li dijî benda kontrolê ya komên çete bi navê Feylaq el-Mecid çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 2’ê Kanunê 2018