Li navçeya Bilbilê ya Efrînê de 2 çeteyên Sultan Murad hatin kuştin
- 30 Mijdar 2018 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re!
Di qonaxa duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê de çalakiyên hêzên me yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de;
Di vê meha 27'ê Mijdarê de li gundê Ze'rê ya navçeya Bilbilê yekîneyeke me li dijî çeteyên koma Sultan Murad çalakiyeke kemînê li dar xist. Di navbera hêzên me û çeteyan de şerekî demkurt qewimî. Di encama çalakî û pevçûnan de 2 çete hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 30'ê Mijdarê 2018