Li navçeya Şera 2 çeteyên koma Sultan Murad hatin kuştin

  • 7 Îlon 2018 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên me li dijî çeteyên koma bi navê Sultan Murad çalakiyek bi bandor li navçeya Şera li dar xistin.

 

Di dîroka 6ê Îlonê de hêzên me li ser rêka di navbera gundê Dêr Sewan û Şêxurzê yên girêdayî navçeya Şera kemînek ji du çeteyên koma bi navê Sultan Murad danîn û çalakî li dar xistin. Di encama çalakiyê de herdû çete hatin kuştin û 2 çekên AK-47 hatin desteser kirin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 7 Îlon 2018