Li navçeya Şera 2 çete hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn

  • 6 Îlon 2018 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên me çalakiyên xwe yên li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomînin.

 

Di dîroka 5ê Îlonê de hêzên me li dijî seyareyeke leşkerî ya girêdayî Cebhet el-Şamiye ku 4 çete tê de bûn û 1 jê berpirsiyarê ticareta koma çete ya zeytûn, mal û milkên ku hatine dizîn bû, li gundê Dîkmedaş a girêdayî navçeya Şera çalakiyeke bi bandor pêk anîn.  Di encama çalakiyê de seyare bi giştî hate îmhakirin, 2 çete hatin kuştin û çeteyê berpirsê ticaretê û çeteyek din brîndar bûn. Navên çeteyên ku di vê çalakiyê de hatin kuştin û birîndarkirin wiha ne: Hisên Elîto (Til Rifat), Mazin Çawiş (Şam), Emer Kino (Ezaz), Ebdilrehman el-Cadir (Cerablus).

 

Navenda Raginhandin û Çapemeniya YPG | 6 Îlon 2018