Li Reqayê kenê şervanên YPJ'ê olan dide
- 13 Tîrmeh 2017 | Dîmen

Du şervanên YPJ'ê li kolanên Reqayê hêdî hêdî dimeşin. Li ser rûçikê wan şadî, aramî heye. Ji ber du sedeman e ev aramî, şadî û kêfxweşiya wan: Ya pêşî; çûbûn hevalên xwe yên li mewziyan ditibûn û ya dî ew e ku li Reqayê, pişt li DAIŞ’ê şikandine.
Şervana YPJ’ê dibêje, ji ber sedema şer ev demek bû wan hevalên xwe nedîtibûn û ji bo vê çûbûn ser mewziyên hevalên xwe, da ku wan bibînin.
Dema ku behs dike ku ew çûbûn hevalê xwe bibînin kêfxweşiya wan li ser rûdêna wan xuya dike.
Du şervanên YPJ’ê ji cem hevalên xwe rabûne û ber bi niqteya xwe ve diçin. Yek ji wan dibêje, "Ev taxên Reqa ne. Niha em diçine cihê xwe. Me ev der rizgar kirine û niha tiştek nîn e. Lê niha DAIŞ qanasê bi kar tîne."
Piştre dibêje, "Niha tiştek nîn e, heval mayinan paqij dikin."
Û bi kêfxweşiya ku hevalên xwe dîtine û diçine cem hevalên xwe; bi kêfxweşiya ku pişt li DAIŞ’ê şikandine bi ken û stranên serfiraziyê ber bi hevalên xwe ve diçin.

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
