Li Raco û Şera 2 çete hatin kuştin

  • 9 Îlon 2018 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê hêzên me li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên xwe didomînin. Di dîrokên 7 û 8ê Îlonê de hêzên me li navçeyên Raco û Şera yên girêdayî Efrînê du çalakiyên cûda pêk anîn. Di derheqê çalakiyan de agahiyên berfireh wiha ne;

 

1. Di dîroka 7ê Îlonê de yekîneyek me li ser rêya Şera li hember çeteyek koma el-Hemze yê bi navê Ebdulrehman el-Zahir ku bi eslê xwe ji Ezazê ye çalakiyeke kemînê lidar xistin. Di encama çalakiyê de çete hat kuştin.

 

2. Di dîroka 8ê Îlonê de yekîneyek me li bejahiya navçeya Raco li hember çeteyek koma Ehrar el-Şerqiye çalakiyek lidarxistin. Di encama çalakiyê de ev çete hat kuştin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 9 Îlon 2018