Li Kobanê li hember çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker operasyonên berfireh

  • 20 Îlon 2018 | Daxuyanî

 

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Li navçeya Şêxler ya ku dikeve başurrojavayê Kobanê, di roja 19’ê Îlonê de bi operasyonên hevbeş yên hêzên me YPG, YPJ û yekîneyên Asayîşê, şaneyên razayî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ’ê hatin bêbandorkirin.

 

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ yên ku hewl didin rewşa aram û ewle ya li Bakûrê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê qels bikin, bi armanca pêkanîna faaliyetên terorê xwe di herêmê de bi awayekî nepenî rêxistin dikin. Bi vê armancê gelek komên çete yên ku ji alî DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker ve hatiye avakirin xwe di nav gelê me yê sîvîl de vedişêrin. Li Kobanê, ev komên ku pêwendiya xwe bi MIT û DAIŞ’ê re hene û ev demeke ku di bin çavdêriya hêzên ewlehiyê de bûn, bi operasyonek taybet ya hevbeş ya hêzên Asayîş û hêzên me ve hatin bêbandorkirin.

 

Di 19’ê Îlonê de li gundên Qûbbê û Ceddê yên girêdayî navçeya Şêxler a ser bi bajarê Kobanê ve, li hember van çeteyan ji alî hêzên me, yekîneyên Asayîşê û Hêzên Asayîşa Taybet (HAT) ve operasyonên hemwext hatin lidarxistin. Di encama operasyonên serkeftî de bi dehan çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ hatin girtin. Di encama lêgerînan de mîqdarek mezin amûrên teqemenî yên ku ji bo êrîşên bombeyî dihatin amadekirin, 2 çekên B-7 roketavêj û 10 gulleyên wê, 11 tifingên AK-47, 2 dûrbînên şevê, 4 dûrbînên roj, 14 telefon, 4 destik, 9 tabanca û mermiyên wê li gel cûr be cûr amûrên leşkerî û muhîmmat hatin desteserkirin.

 

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Îlon 2018

Peyama Sersaxiyê

Fermandariya Giştî ya YPG | 21 Tîrmeh 2020

Ji çapemenî û raya giştî re

Fermandariya Giştî ya YPG ­­|19 Tîrmeh 2020

Em hevrê Şahîn Amed rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 15 Tîrmeh 2020

Pêşengê Şoreşa Rojava tevlî karwana şehîdan bû

Fermandariya Giştî a YPG | 15 Tîrmeh 2020

Em rêhevalê xwe Fîras Serdar bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 9 Tîrmeh 2020

Em rêhevalê xwe Omer Şêxo bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 7 Tîrmeh 2020

Em hevrêyên xwe Şevreş Qamişlo û Hozan Peyaniş bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û çapemeniya YPG | 2 Tîrmeh 2020

JI RAGIHANDIN Û RAYA GIŞTÎ RE

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel | 27.06.2020