Li Hesekê li hember DAIŞê operasyonên berfireh

  • 5 Tebax 2019 | Daxuyanî

 

Ji çapemenî û raya giştî re:

Li hember şaneyên veşartî yên DAIŞê yên ku ji aliyê yekîneyên Tîmên Operasyonên Taybet ve ev demeke tên şopandin, di dîroka 4ê Tebaxê de, li bajarê Hesekê operasyonek berfireh hat Ii dar xistin. Di encama operasyonê de mîqdarek çek û cebilxane û amûrên ku ji bo êrîş û teqemeniyê tên bikaranîn hatin girtin.

 

Di çarçoveya operasyonê de;

73 mayin

77 roketên B-7 û 128 serikên teqandinê 

2 AK-47, 28 jarjûr

1 M16, 10 Jarjûr, 300 Gule

1 hawana 82mm. û 3 topên hawanê

6 bombeyên destan

1 kamera 

1 dûrbîn

1 rextê teqemeniyê

3 destik

500 guleyên AKS

150 bateriyên mayinan û hejmarek zêde funye û amûrên din yên teqemeniyê hatin desteserkirin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 5 Tebax 2019