Li Gundê Taaqa ya Giredayî Şedadê 2 Çete Hatin Kuştin

  • 12 Îlon 2016 | Nûçe

Ji Çapemenî û Rayagiştî re:
 
1. 11ê Îlonê dane siharê çeteyên DAIŞê bi çekên giran êrîş birin li ser çeperên hêzên me ya li gundê Qadiriyê ya dikeve rojhilatê başûr a bendava Tişrîn a giredayî Kobanê.
 
2. Şeva 11ê Îlonê çeteyên DAIŞê li dijî gundê Taaqa ya dikeve rojhilatê başûr a gundê Azawî ya giredayî Şedadê êrîşek lidarxistin. Piştî şerên dijwar hêzên me êrîşên çeteyan tek birin. Qasî hat zelalkirin di vê şerî de 2 çete hatin kuştin. Û çeteyên din jî ji qadê reviyan. Îro danê siharê hêzên me li qadê şer xebatê lêgerînê lidarxistin. Di encam de hêzên me tevî 2 termê çeteyan doçkakî 12,5mm bi dest xistin.
 
3. Şeva 11ê Îlonê çeteyên DAIŞê hewldan li dijî gundê Til Osman a dikeve rojhilatê başûr a Bendava Tişrîn êrîşek lidarbixin. Piştî destwerdana hêzên me çeteyan neçar man ji qadê birevin.
 
Navenda Ragihandina YPG
12 Îlon 2016