Li Efrîn’ê 6 leşker û çete hatin kuştin
- 9 Tebax 2018 | Daxuyanî

Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê de hêzên me çalakiyên xwe yên li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên di hundirê Efrîn’ê de didomînin. Du heftiya yekemin ya meha Tebax’ê de yekîneyên me bi 3 çalakiyên bi bandor leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker hedef girtin, di encam de 6 çete û leşker hatin kuştin, 10 brîndar bûn.
1. Di dîroka 6’ê Tebax’ê de hêzên me li herêma di navbera gundên Kebaşîn û Birc Heyder de seyareyeke leşkerî ya koma çete ya Feylaq Şam hedef girtin. Di encama çalakiyê de seyare hat rûxandin û çeteyek hate kuştin.
2. Di heman rojê de yekîneyên me di navbera navenda bajarê Efrîn û navçeya Cindirêsê de seyareyeke zirxî ya artêşa Tirk a dagirker hedef girtin. Di encama çalakiyê de seyare hate rûxandin, 2 leşkerên artêşa dagirker hatin kuştin û 3 çete brîndar bûn.
3. Di heman rojê de yekîneyên me hêzên polîs yên artêşa Tirk a dagirker di navenda bajarê Efrîn’ê de hedef girtin. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin û 7 çete brîndar bûn.
Di navbera dîrokên 5 û 6’ê Tebax’ê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, li bejahî û navenda navçeyên Raco, Bilbilê û Şiyê operasyoneke berfireh dan destpê kirin. Operasyon bêyî ku bigihîje encamekê vekişiya.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 9 Tebax 2018

Em 8 rêhevalên xwe yên di dîrokên cuda de gihîştine şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10 Çile 2021

Em rêhevalê xwe Ferhad Efrîn bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 17 Kanûn 2020

Hêzên me êrîş bi ser tu baregehên Pêşmerge de nebirine û em rêz li xweseriya herêma Kurdistanê digirin.
Fermandariya Giştî a Yekîneyên Parastina Gel | 17ê Kanûnê 2020

Li operasyona YATê ya 19ê Mijdarê 4 kes hatin girtin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Mijdar 2020

Em rêhevalê xwe Agir Kobanê bi rêzdarî bibîr tînîn
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Îlon 2020

Salvegera damezrandina Radyo Rojava û Kovara Parêzvanên Rojava pîroz be!
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10 Îlon 2020
