Li Efrînê li dijî koma çeteyên Sultan Murad 2 çalakiyên bi bandor hatin lidarxistin

  • 11 Kanun 2018 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de, hêzên me li navçeya Şera û Bilbilê li dijî koma çeteyên Sultan Murad ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker 2 çalakiyên bi bandor lidar xistin. Di derbarê çalakiyên hatin lidarxistin de;

 

1. Di dîroka 8’ê Kanunê de yekîneyeke me li navçeya Şera çalakiyeke sabotajê li dijî seyareya ku berpirsê Lijna Parastinê û serçeteyê koma Sultan Murad bi navê Ebû El Mot tê de bû, lidar xistin. Di encama çalakiyê de serçete hate kuştin û çeteyek jî birîndar bû.

 

2. Di dîroka 9’ê Kanunê de yekîneyeke me li gundê Qurnê ya girêdayî navçeya Bilbilê li ser baregehekê koma çeteyên Sultan Murad çalakiyek pêk anî. Di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 11 Kanunê 2018