Li Efrînê li dijî dagirkeran 3 çalakiyên sabotajê hatin li dar xistin

  • 6 Kanun 2018 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Di çarçoveya qonaxa duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên me di dîroka 5’ê Kanunê de li navenda Efrînê û li navçeya Cindirêsê li dijî komên çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker 3 çalakiyên hemwext yên sabotajê lidar xistin. Di derbarê çalakiyên hatin lidar xistin de;

 

 1. Di dîroka 5’ê Kanûnê, yekîneyeke me li taxa Mehmûdiyê ya navenda Efrînê çalakiyek sabotajê li dijî seyareyek leşkerî yê serçeteyek koma Sultan Murad yê bi navê Hemze Qerha û ajokarê wî pêk anîn. Di encama çalakiyê de serçete û ajokarê wî hatin kuştin û seyare hate rûxandin.

 

2. Di heman demê de li kêleka navenda Efrînê çalakiyek sabotajê li dijî seyareyek leşkerî ya serçeteyek koma Lîwa el-Şîmal yê bi navê Evdilla el Zirbê hat lidar xistin. Di encama çalakiyê de, li gel ku windahiyên koma çete çêbûn jî, di derheqê hejmara wan de agahiyên zelal bi dest neketin.

 

3. Di heman rojê de yekîneyeke me li navenda navçeya Cindirêsê ya ser bi Efrînê ve çalakiyeke sabotajê li dijî baregeheke çeteyên Feylaq el-Şam pêk anîn. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 6’ê Kanunê 2018

Daxuyanî di derbarê teqîna li roja 5ê Îlonê li Efrînê rû da

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 07 Îlon 2021

Em rêheval Hogir Narîn Botan bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapameniya YPG | 03 Îlon 2021

Em Fermandar Rênas Roj birêzdarî bibîr tînin

Fermandariya Giştî ya YPG | 20 Tebax 2021

Em rêhevalê xwe Dersim Munzur bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 07 Tebax 2021

Em rêhevalê xwe Mazlum Serhed bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 29 Tîrmeh 2021

Daxuyaniya di derheqê Şehîdgeha Efrînê de

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 24 Tîrmeh 2021

Salvegera Şoreşa 19ê Tîrmehê pîroz be

Fermandariya Giştî ya YPG | 18 Tîrmeh 2021

Daxuyanî di derbarê rapora NY a bi dîroka 6ê Gulanê, 2021

Nûrî Mehmûd, Berdevkê fermî ê Yekîneyên Parastina Gel | 28ê Pûşperê, 2021