Li Efrînê li dijî dagirkeran çalakiyên bibandor

  • 1 Pûşper 2018 | Nûçe

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Di çarçoveya pêngava duyemîn a berxwedana serdemê de, hêzên me bi çalakiyên bibandor derbên giran li çeteyên dewleta Tirk a dagirker dixin.

 

Di vê çarçoveyê de şervanên me di dîroka navbera 30-31’ê Gulanê de bi du çalakiyan girtin ser baragehên çete û leşkerên dewleta dagirker û gelek kuştî û birîndar di nava refên çeteyan de çêkirin.

 

Di çalakiya li gundê Qurtqulaqê yê girêdayî navçeya Şera ku tîmek ji şervanên me şeva 30’ê Gulanê de li dijî barageheke leşkerên Tirk lidar xistin de, gelek kuştiyên dijmin çêbûn, 2 ji wan bi çav hatin tespît kirin.

 

Hêzên me 31’ê Gulanê di saet 3an de li dijî barageheke çeteyan li derdora gundê Meryemînê yê ku 7 kîlometre dikeve rojhilatê navenda bajarê Efrînê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya ku veguherî şerekî giran û nêzî 45 deqeyan dirêj kir de hejmareke mezin ji leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û birîndar kirin.

 

Çalakiyên ku gundê Qurtqulaqê û Meryemînê de hatin lidar xistin de 3 şervanên me bi lehengî heta guleya xwe ya dawî şer kirin û gihiştin şehadetê. Wê nasnameyên her sê şehîdên me di demên pêş de werin parvekirin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 1 Pûşper 2018