Li Efrînê herêmên sîvîl bi çekên nenas tên topbarankirin

  • 3 Sibat 2018 | Nûçe

Gundê Sarîa yê girêdayî navçeya Bilbilê, di dîroka 3ê mehê de rastî topbarana artêşa Tirk a dagirker hat. Çekên ku di topbaranê de hatin bikaranîn çekên nenas in û li ser tenduristiya şêniyên herêmê bandorên neyînî çêdikin. Şênî bi awayekî giran dikuxin.

 

Artêşa Tirk a dagirker û terorîstên El Nûsra û El Qaîde yên girêdayî wî sîvîlan hedef digire. Artêşa dagirker ya ku sîvîlan ji xwe re dike armanc, îro jî di saetên sibê de gundê Sarîa bi çekên nenas topbaran kir. Di gund de bi dehan sîvîl dijîn û ji topbarana artêşa dagirker ziyanên maddî û canî digihîje wan.

 

Dîmenên bûyerê nîşan dide ku çekên ku li hember sîvîlan tên şixulandin ne çekên naskirî ne ango çekên cûda tên ceribandin:

 

 

Navenda Ragihandina YPG | 3 Sibat 2018