Li Efrînê di 3 çalakiyên cuda de 4 çete hatin kuştin

  • 11 Cotmeh 2018 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê hêzên me çalakiyên xwe yên li hember artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê didomînin. Di dîroka 9 û 10’ê Cotmehê de yekîneyên me li navçeyên Şiyê, Raco û Cindirêsê rêzeçalakiyên bi bandor pêk anîn. Di derbarê çalakiyên hatin lidarxistin de;

 

 

1. Di roja 9’ê Cotmehê de yekîneyek me li gundê Hec Hesna ya girêdayî navçeya Şiyê, li hember seyareyeke leşkerî ya koma çete ya bi navê Sultan Mehmed çalakiyek sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiyê de 2 çeteyên bi navên Nîhad el Mehmûd û Nîzar el-Idlîbî hatin kuştin.

 

2. Di roja 10’ê Cotmehê de yekîneyêk me li gundê Dumiliya ya ser bi navçeya Raco ve li hember seyareyeke leşkerî ya koma çete ya bi navê el-Mutasim çalakiyek bi bandor pêk anîn. Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Xalid Ebdilla yê ku bi eslê xwe ji Idlîbê ye hate kuştin.

 

3. Di heman rojê de yekîneyêk me li gundê Dêrbelûtê ya ser bi navçeya Cindirêsê ve li hember koma çete ya bi navê Sûltan Mûrad çalakiyek sekvaniyê pêk anîn. Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Muhened el-Hesen ku bi eslê xwe ji Idlîbê ye hate kuştin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 11 Cotmeh 2018

Li Hesekê 4 çete hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 17 Cotmeh 2020

Li herêma Dêrazorê 19 çete hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 12 Cotmeh 2020

Em rêhevalê xwe Agir Kobanê bi rêzdarî bibîr tînîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Îlon 2020

Salvegera damezrandina Radyo Rojava û Kovara Parêzvanên Rojava pîroz be!

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10 Îlon 2020

Em rêhevalên xwe Çiya Efrîn û Diyar Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û çapemeniya YPG’ê | 31 Tebax 2020

Peyama Sersaxiyê

Fermandariya Giştî ya YPG | 21 Tîrmeh 2020

Ji çapemenî û raya giştî re

Fermandariya Giştî ya YPG ­­|19 Tîrmeh 2020

Em hevrê Şahîn Amed rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 15 Tîrmeh 2020

Pêşengê Şoreşa Rojava tevlî karwana şehîdan bû

Fermandariya Giştî a YPG | 15 Tîrmeh 2020