Li Efrînê Tûgaya 8emîn a YPGê hat ava kirin

  • 19 Mijdar 2017 | Nûçe

 

Li Kantona Efrînê bi navê Şehîd Bahoz Efrîn foca 8’an a YPG’ê ku ji 234 şervanan pêk tê, hate avakirin.

 

Li kantona Efrînê avakirina focên leşkerî didome. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) 40 roj berê bi armanca avakirina foca 8’emîn, bi beşdariya 234 endaman dewreyeke perwerde dabû destpêkirin.

 

Di dewreyê de li ser tektîkên şer û çawaniya bikaranîna çekan dersên leşkerî, her wiha li ser Neteweya Demokratîk û dîroka Rojava dersên bîrdozî, hatin dayîn.

 

 

Duh ji bo qedandina dewreyê û avakirina foc, merasîmek hate lidarxistin. Cihê merasîmê bi wêneyên têkoşeran, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG/ YPJ’ê hatibû xemilandin.

 

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Serokê Desteya Parastinê Behcet Ebdo avakirina foca 8’an li gelên herêma Efrînê pîroz kir û got ku “avakirina focan di vê demê de gavake pir girîng e.” Ebdo anî ziman ku ew amade ne bersiva her êrîşan bidin.

 

Merasîm bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana YPJ/YPG‘ê bi dawî bû.

 

Têkoşer Bahoz Efrîn, beriya 3 mehan di bersivdayîna êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên ser kantona Efrînê de li herêma Cindirsê şehîd bû.

 

 

 

Navenda Ragihandina YPG | 19 Mijdar 2017