Li Efrînê Foca duyemîn hat avakirin

  • 21 Nîsan 2017 | Nûçe

EFRÎN - Yekîneyên Parastina Gel (YPG) focê duyemîn ava kir û 235 şervan ji pêkhateya Ereb û Kurd tevlî bûn.

 

Dewreya perwerdeya bîrdozî û leşkerî ya Şehîd Şiyar Efrîn ku 235 şervan tevlî bibûn du mehan berdewam kir bi merasîmekê bi dawî bû.

 

Di merasîmê de fermandar û şervanên YPJ/YPG`ê amade bûn.

 

 

Merasîm bi deqeyekê rêzgirtinê destpê kir. Endamê Fermandariya Giştî ya YPG`ê Mehmûd Berxwedan di merasîmê de axivî û avakirina focê li şervanên ku dewreya xwe ya perwerde bi dawî kirin, pîroz kir.

 

Berxwedan di berdewamiya gotinên xwe balkişand ser xortbûna YPG`ê û ev tişt got:ʺ Li Rojava û Bakûrê Suriyê li hember YPG û YPJ’ê zextên dewleta Tirk û çeteyên wê çiqas zêde dibe tevlîbûna di nav refên YPG û YPJ’ê jî ewqas zêde dibe. Ev jî her diçe xurtbûna YPG’ê diyar dike.

 

Berxwedan axaftina xwe wiha bi dawî kir û got:”Êrîş li ser herêmê dijwar e û divê hemû ciwanên herêmê xwe di ber parastina herêma xwe berpirsiyar bibînin.”

 

 

Piştî ku axaftin bi dawî bûn şervanên ku tevlî dewreya perwerde bûne soza xwe dan û merasîm bi dawî bû.

 

Navenda Ragihandina YPG | 21 Nîsan 2017