Li Efrînê 7 çete hatin kuştin

  • 22 Îlon 2018 | Daxuyanî

 

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên me çalakiyên xwe yên li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomînin. Di navbera dîrokên 19 û 21’ê Îlonê de bi çalakiyên cûda yên li navenda bajarê Efrînê, herwiha li navçeyên Cindirêsê û Mabeta yên ser bi Efrînê ve 7 çete hatin kuştin.

 

Di dîroka 19’ê Îlonê de hêzên me li navenda bajarê Efrînê li hember seyareyek leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û hejmarek jî brîndar bûn.

 

Di roja 20’ê Îlonê de yekîneyên me li herêma di navbera gundên Mezin û Gazê yên ser bi navçeya Mabeta ve li dijî seyareyek leşkerî ya koma çete ya bi navê Feylaq Sham çalakiyek pêk anîn.  Di encama çalakiyê de 4 çete hatin kuştin, 2 çete brîndar bûn.

 

Di roja 21’ê Îlonê de yekîneyên me li bejahiya gundên Xezawî û Îska yên girêdayî navçeya Cindirêsê tankek tîpa T55 ya koma çete ya Feylaq Şam hedef girtin û çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de tank hat rûxandin û çeteyek hate kuştin.

 

Di dîroka 20’ê Îlonê de li ser rêya di navbera gundên Xalta û Gobelê çalakiyek hatibû pêk anîn û me encamê çalakiyê weke kuştina 2 leşkerên Tirk bi raya giştî re parve kiribû. Lê di encama agahiyên ku me nû bidest xist, hate piştrastkirin ku di wê çalakiya hêzên me de 3 leşkerên Tirk hatine kuştin û 2 ji wan brîndar bûne.

 

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 22 Îlon 2018

Daxuyanî di derbarê teqîna li roja 5ê Îlonê li Efrînê rû da

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 07 Îlon 2021

Em rêheval Hogir Narîn Botan bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapameniya YPG | 03 Îlon 2021

Em Fermandar Rênas Roj birêzdarî bibîr tînin

Fermandariya Giştî ya YPG | 20 Tebax 2021

Em rêhevalê xwe Dersim Munzur bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 07 Tebax 2021

Em rêhevalê xwe Mazlum Serhed bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 29 Tîrmeh 2021

Daxuyaniya di derheqê Şehîdgeha Efrînê de

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 24 Tîrmeh 2021

Salvegera Şoreşa 19ê Tîrmehê pîroz be

Fermandariya Giştî ya YPG | 18 Tîrmeh 2021

Daxuyanî di derbarê rapora NY a bi dîroka 6ê Gulanê, 2021

Nûrî Mehmûd, Berdevkê fermî ê Yekîneyên Parastina Gel | 28ê Pûşperê, 2021