Li Efrînê 6 çete hatin kuştin
- 25 Puşper 2018 | Nûçe

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!
Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, yekîneyên me di heftiya sêyemîn ya meha Puşperê de rêzeçalakî pêk anîn. Di çalakiyên ku li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li navenda Efrînê û li gundên derdora navçeyên Şera û Bilbilê hatin lidar xistin de herî kêm 6 çete hatin kuştin û gelek çete birîndar bûn.
Di 18’ê Puşperê de, yekîneyeke me mayînek di seyareyeke leşkerî de teqand. 5 çeteyên girêdayî koma bi navê “Dadgeha Şer’î” ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker ya ku armanc dikir ku yek ji sivîlên herêma Xerab Şera birevîne, hatin hedef girtin. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 3 ji wan giran birîndar bûn. Her wiha seyareyek hat rûxandin.
Di 19’ê Puşperê de, şervanên me li gundê Hiyama ya girêdayî navçeya Bilbilê de kemînek li dijî çeteyên girêdayî koma Feyleq El Şam re lidar xistin. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin. Nasnameyên çeteyên ku hatin kuştin wiha ye:
1- Hisên El Ebûd, Idlib
2- Umer El Kalo, Idlib
Di çalakiyeke din a ku 20’ê Puşperê de yekîneyek me li navenda bajarê Efrînê pêk anî de, şervanên me bi bombeyan êrîşê seyareyeke leşkerî ya girêdayî çeteyên Firqet El Hemze ku li nêzî goristana taxa Elzêdiyê bicîh bûbû, kirin. Di encama çalakiyê de seyare hate rûxandin û 2 çete hatin kuştin. Nasnameyên çeteyên ku hatin kuştin wiha ye:
1- Ehmed El Iwed, Reqqa
2- Ebd El Fetah Şobek, Idlib
Di dîroka 22’ê Puşperê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê operesyoneke berfireh bi tevlîbûna balafirên keşfê li navçeya Bilbilê pêk anîn. Operesyon bêyî ku encam bigire bi dawî bû.
Bi vê re , hejmara leşker leşkerên û çeteyên artêşa tirk a dagirker ku ji destpêka Berxwedana Serdemê heya niha hatine kuştin gihîşt 2485an.
25 Puşper 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG

Operasyonên me li hember şaneyên DAIŞê berdewam dikin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 30 Çile 2021

Em 8 rêhevalên xwe yên di dîrokên cuda de gihîştine şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10 Çile 2021

Em rêhevalê xwe Ferhad Efrîn bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 17 Kanûn 2020

Hêzên me êrîş bi ser tu baregehên Pêşmerge de nebirine û em rêz li xweseriya herêma Kurdistanê digirin.
Fermandariya Giştî a Yekîneyên Parastina Gel | 17ê Kanûnê 2020

Li operasyona YATê ya 19ê Mijdarê 4 kes hatin girtin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Mijdar 2020
