Li Efrînê 5 leşkerên dagirker hatin kuştin

  • 14 Kanûn 2018 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê hêzên me çalakiyên xwe yên li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê didomînin.

 

Di dîroka 13ê Kanûnê de yekîneyeke me li gundê Kîmarê yê ser bi navçeya Şêrawa ya Efrînê li hember çeperên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek bi bandor li dar xistin. Di encama çalakiyê de çeperên dijmin hatin rûxandin û 5 leşkerên dagirker hatin kuştin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14 Kanûn 2018