Li Efrînê 4 çete hatin kuştin

  • 9 Cotmeh 2018 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de hêzên me çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê didomînin.

 

7’ê Cotmehê li gundê Meryemînê ya navçeya Şera li dijî baregeheke komên çeteyên Cebhet el-Şamiye yekîneyek me çalakiyeke lidarxistiye. Di encama çalakiyê de 4 çete hatin kuştin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 9 Cotmeh 2018