Li Efrînê 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin
- 13 Cotmeh 2018 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re!
Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê hêzên me çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê didomînin. Di dîroka 11 û 12’ê Cotmehê de yekîneyên me li gundê Xezawiyê û herêma keleha Nebî Hûrî du çalakiyên bi bandor li dar xistin. Di derbarê çalakiyên hatin lidarxistin de;
1. Di dîroka 11’ê Cotmehê de yekîneyek me li gundê Xezawiyê yê girêdayî Efrînê çalakiyeke sekvaniyê li dijî berpirsyarê bendê kontrolê û endamê koma çete ya bi navê Feyleq el Şam li dar xist. Di encamê de çeteyê bi navê Mahir Ibrahîm ku ji xelkê Idlibê ye hate kuştin.
2. Di dîroka 12’ê Cotmehê de yekîneyek me li herêma keleha Nebî Hûrî ya girêdayî navçeya Şera kemînek ji çeteyên Firqet el Hemze li dar xist. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û nasnameya wan bi vî rengî ye; Mihemed Elêwî ji herêma Humsê ye, Ebid Ehmed ji herêma Idlibê ye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 13 Cotmeh 2018

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023

Em 2 şehîdên Berxwedana Serdemê hevrê Cûdî û Hûseyîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Çileya 2023

Ruhê Şehîd Xebat Em Tenê Nehîştin, Hîn Zindî Ye Û Ruhê Têkoşînê Gur Dike
Fermandariya Giştî Ya Yekîneyên Parastina Gel | 13 Çile 2023

Em yek ji berxwedêrê Efrînê rêheval Aras Xalid bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 18’ê Kanuna 2022

Em rêhevalên xwe Qehreman Şiyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 13’ê Kanuna 2022
