Li Efrînê çalakiyên hemwext

  • 13 Îlon 2018 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Bexwedana Serdemê li Efrînê hêzên me li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzeçalakiyên bi bandor pêk anîn. Encamên çalakiyên ku li navçeyên Cindirêsê, Raco, Mabata û Şera hatine lidarxistin wiha ne;

 

1. Di dîroka 12’ê Îlonê de yekîneyek me li hember baregeheke çeteyên artêşa Tirk a dagirker ya Ii navenda Cindirêsê çalakiyek pêk anîn. Di encama pevçûnên sîng bi sîng de 1 jê leşkerê artêşa Tirk a dagirker, 6 çete hatine brîndarkirin.

 

2. Di heman dîrokê de yekîneyêk me li gundê Omera ya girêdayî navçeya Mabata li hember seyareyeke leşkerî ya çeteyan çalakiyek sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî brîndar bû.

 

3. Yekîneyêk me li gundê Berbenê ya herêma Raco li hember çeteyekî girêdayî koma Feylaq el-Şam çalakiyek lidar xistin. Di encama çalakiyê de çete hat kuştin û çeka wî (AK-47) hat desteserkirin.

 

4. Di heman rojê de yekîneyek me li gundê Zeytûnekê yê ser bi navçeya Şera li hember seyareyeke leşkerî ya çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek lidar xistin. Lê di derheqê encamên çalakiyê de agahiyên zelal bidest neketin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 13 Îlon 2018