Li Efrînê çalakiyên bi bandor: 11 leşker û çete hatin kuştin
- 29 Tîrmeh 2018 | Nûçe

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!
Di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên me çalakiyên ku li hember artêşa Tirk a dagirker û komên çete didomînin, berdewam dike. Di vê çarçoveyê de di dîrokên 26-27’ê Tîrmehê de li Efrînê çalakiyên bi bandor ji alî yekîneyên me ve hatin lidar xistin.
1-Di dîroka 26’ê Tîrmehê de hêzên me, li ser rêya di navbera gundên Basilê û Gobelê yê girêdayî navçeya Şêrawa çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de panzêrek hat îmha kirin û 5 leşkerên ku tê de hatin kuştin.
2-Di dîroka 27’ê Tîrmehê de yekîneyên me li navenda bajarê Efrînê li hember çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de 5 çeteyên ku weke “Polîsên Leşkerî” kar dikirin û leşkerekî Tirk hatin kuştin.
3-Di heman rojê de hêzên me li ser rêya gundê Qeretepe ya girêdayî Efrînê çalakiyeke din lidar xistin. Di derheqê encamên çalakiyê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Bi çalakiyên ku hatine lidarxistin re, hejmara windahiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji destpêka êrîşên dagirkirina Efrînê heya niha gihîşt 2.538’an.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 29 Tîrmeh 2018

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
