Li Efrînê Çalakiyên Tolhildanê Ku Ji bo Bîranîna Şehîdên Biyê Hatin Lidar Xistin de Gelek Çete Hatin Kuştin

  • 30 Tebax 2018 | Daxuyanî

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

 

Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê, yekîneyên me di şeva 29’ê Tebaxê de li hember hêzên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca tolhildana du hevalên me yên ku dı diroka 9’ê Tebaxê li gundê Biyê di encama komployekê de hatibûn şehîd xistin rêzeçalakiyên bi bandor lidar xistin. Di encama detayên çalakiyên ku li gundên Biyê û Kefr Nebo yên navçeya Şêrawa hatin lidar xistin wiha ye;

 

1. Di dîroka 29’ê Tebaxê di saet 01:00’an de hêzên me li hember xaleke kombûnê ya çeteyên koma Firqet Hemze ya li gundê Biyê yê navçeya Şêrawa çalakiyek bi bandor lidar xistin. Kombûna çeteyan hate hedef girtin û di mesafeyek nêz de bi awayek bandor hate lêdan. Di encama pevçûnên sînge sîng de 10 çete hatin kuştin, 2 çekên AK-47 û miqdarek cebilxane hatin desteserkirin û motosîkletek hate rûxandin. Herwiha gelek çete di dema çalakiyê de ji qada şer reviyan.

 

2. Di dîroka 29’ê Tebaxê di saet 03:30’an de dema çete dixwestin di herêmê de tevger bidin destpêkirin, yekîneyek me çalakiyeke sabotajê li hember seyareyeke leşkerî ya çeteyan pêk anî. Di encama çalakiyê de seyare bi temamî hate rûxandin û 5 çete tê de hatin kuştin. Piştî çalakiyê komên çete operasyonek berfireh li herêmê dan destpêkirin. Operasyona ku li gundên Biyê, Kefr Nebo, Birc Heyder û Beradê yên navçeya Şêrawa destpê kir, demek şûn de bê encam paşve kişiya.

 

3. Di dîroka 29’ê Tebaxê saet di 06:30’an de yekîneyek me li ser rêya di navbera gundên Biyê û Kefr Nebo de bi çalakiyeke sabotajê du seyareyên leşkerî hedef girtin. Di encama çalakiyê de herdû seyare hatin derbkirin, yek ji serçeteyê Feylaq El Şam bi navê Xalid El Ebîd 4 çete hatin kuştin û hejmarek çete brîndar bûn.

 

Piştî çalakiyên serkeftî yên hêzên me, artêşa Tirk a dagirker gundên Başemrê, Birc Qeys û Gundê Mezin bi hawan û obusan topbaran kir. Di tevahiya rojê de balafirên bêmirov yên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmê geriya.

 

Di encama çalakiyên bi bandor hatin lidarxistin de, bi giştî 19 çete hatin kuştin, 3 seyare û motosîkletek komên çete hatin rûxandin û derbkirin û 2 çekên tîpa AK-47 (Kalashnikov) û miqdarek cebilxane hatin desteserkirin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 30 Tebax 2018

Em rêhevalê xwe Agir Kobanê bi rêzdarî bibîr tînîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Îlon 2020

Salvegera damezrandina Radyo Rojava û Kovara Parêzvanên Rojava pîroz be!

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10 Îlon 2020

Em rêhevalên xwe Çiya Efrîn û Diyar Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û çapemeniya YPG’ê | 31 Tebax 2020

Peyama Sersaxiyê

Fermandariya Giştî ya YPG | 21 Tîrmeh 2020

Ji çapemenî û raya giştî re

Fermandariya Giştî ya YPG ­­|19 Tîrmeh 2020

Em hevrê Şahîn Amed rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 15 Tîrmeh 2020

Pêşengê Şoreşa Rojava tevlî karwana şehîdan bû

Fermandariya Giştî a YPG | 15 Tîrmeh 2020

Em rêhevalê xwe Fîras Serdar bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 9 Tîrmeh 2020

Em rêhevalê xwe Omer Şêxo bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 7 Tîrmeh 2020