Li Dêra Zorê peymana qirêj a navbera DAIŞ'ê û rejîma Baas

  • 3 Mijdar 2017 | Nûçe

Derket holê ku di navbera rejîma Baasê û çeteyên DAIŞ'ê de li dijî QSD'ê hevdîtin hatiye kirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên pê bawer hatin bidestxistin, rejîma Baas wê rê bide çeteyên DAIŞ'ê ku karibe derbasî herêmên QSD'ê bike.
 
Rejîma Baas ku ev demeke dirêj e bi desteka Îran û Rûsyayê li Dêra Zorê operasyonê dike û tevî hemû teknîka xwe jî di şer de xitimiye û nikare bi pêş ve biçe, li pey lîstikên qirêj e. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên pê bawer hatin bidestxistin, di navbera çeteyên DAIŞ'ê û rejîma Baasê de lihevkirineke qirêj hatiye kirin. Li gorî vê peyamnê, rejîma Baas wê ji bo çeteyên ji navenda bajarê Dêra Zorê derkevin rê veke û berê wan bide herêmên ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hatine rizgarkirin.
 
Ji ber vê yekê, ajansên rejîmê û çapemeniya wê bi rengekî lezgî nûçeyên 'Dêra Zor ji aliyê rejîmê ve hatiye rizgarkirin' diweşînin.
 
Hêzên QSD'ê 20'ê Cotmehê daxuyaniye dabûn û ragihandibûn ku 18'ê Cotmehê di ser xeta Salihiye re hêzên rejîmê berê konvoyek ji çeteyên DAIŞ'ê daye herêma wan. Di heman daxuyaniyê de hatbû destnîşankirin, ku hêzên QSD'ê bi vê konvoyê hesiyane û bê bandor kirine.