Li Şera, Cindirêsê û Bilbilê 3 çete hatin kuştin
- 28 Îlon 2018 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re!
Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên me li navçeyên Cindirêsê, Şera û Bilbilê li hember artêşa Tirk a dagirker û komên çete çalakiyên bi bandor pêk anîn.
Di roja 26’ê Îlonê de yekîneyek me li gundê Meryemîn ya ser bi navçeya Şera li hemberî koma Cebhet el-Şamiye çalakiyek kemînê pêk anîn. Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Mihemed Bikûr hat kuştin.
Di heman rojê de yekîneyek me li gundê Dîwa ya ser bi navçeya Cindirêsê li hember çeteyên koma Ehrar el-Şam çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Ebû Morî hat kuştin.
Di çalakiya sêyemîn ya ku heman rojê hat lidar xistin de yekîneyek me li navçeya Bilbilê komên çete hedef girtin. Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Mihemed Reşîd Ezazî, ku weke werger di navbera komên çete û artêşa Tirk a dagirker de kar dikir, hat kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 28 Îlon 2018

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
