Li Şera, Şêrawa û navenda Efrînê çalakiyên bi bandor

  • 2 Îlon 2018 | Daxuyanî

Ji çapemenî û rayagiştî re!

 

Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên me çalakiyên xwe yên li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomînin. Di navbera dîrokên 30 Tebax-1 Îlonê de yekîneyên me bi 3 çalakiyên cûda de derbên giran li dagirkeran xistin. Agahiyên berfireh yên çalakiyên hatine lidar xistin wiha ne;

 

1. Di dîroka 30’ê Tebaxê de komek çeteyên girêdayî koma bi navê Asefat el-Şîmal di navbera gundên Qitmê û Qestel Cindo yên girêdayî navçeya Şera ji alî şervanên me ve hatin kemînkirin. Di encama çalakiyê de hejmarek çete hatin kuştin, lê agahiyên zelal di derheqê kuştî û birîndarên çeteyan de bidest neketin.

 

2. Di dîroka 31’ê Tebaxê de komek din yên çeteyan ku li bejahiya navçeya Şêrawa operasyon lidar dixistin, li gundê Başemrê ji alî yekîneyek me ve hatin kemînkirin. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 3 çete jî brîndar bûn.

 

3. Di dîroka 1’ê Îlonê de hêzên me li hember benda kontrolê ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiyê de hate zelalkirin ku 3 çete hatin kuştin, 3 çete jî brîndar bûn.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG | 2 Îlon 2018