Lehengê Kelha Seman..Aram Amanos

  • 23 Tîrmeh 2017 | Gotar

EFRÎN - Aram Amanos jiyana şoreşgerî hilbijart û ji bo parastina welat tevlî şoreşê bû. Ji şervanên xwe re fermandarî kir û di oxira parastina welatê xwe de bi lehengî di cenga Kelha Seman de şer kir û şehîd bû.

 

Aram Amanos di sala ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl hat girtin de, çavên xwe li dunyayê vekirin. Dayîk û bavê wî jî navê Abdullah Ocalan lê dikin.

 

 

 

Aram di hembêza gundê Birc Heyder ê girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê mezin dibe. Di malbateke ku ji salên 90’î ve welatperwer in jiyan kiriye.

 

Zarokekî şa û bextewer bû

 

Aram di nava malbatê de bi ruhê xwe yê şa û bextewer dihat naskirin. Zindî bû û rûkenî ji ruyê wî venediqetiya. Awazên hunermend Serhedo bala wî kişandibû û her strana wî ya `Ez Kurdistan im` digot û mîna wî xwe dihejand.

 

Ew zarokekî tişta di serê wî de derbas dibû, dikir. Moralê wî têrê dikir ku ji bo bighêje ya xwe û tiştek li pêşiya wî nedibû asteng. Carna hevalên wî wate nedidan vê taybetmendiya wî û jê aciz dibûn.

 

Aram bi şoreşa 19`ê Tîrmehê re mezin dibe

 

Malbata Aram di nava Şoreşa Rojava de bû û ew jî dibû şahidên bûyerên şoreşê. Tenê ji dûrve li şoreşê nêrandin ji xwe re nedipejirand. Di nava şert û mercên şoreşê de hedara wî li ber pez û avdaniya darên zeytûnan nedihat, her ji dayîka xwe dixwest ku bixebitê û digot:ʺ Ez dixwazim tevlî Şoreşa Rojava bibimʺ.

 

Tevlî şoreşê dibe

 

Aram 5`ê nîsanê sala 2014`an serê sibehê xwe ji malbatê vedize û ji bo tevlî nava refên YPG`ê bibe berê xwe dide gundê Basufanê. Mîna ku dibêjin her tişt ji bo şoreşê ye, Aram jî dev ji dibistana xwe ya navîn berdide û tevlî şoreşê dibe.

 

Bi tevlîbûnê re navê şoreşgerê ciwan Ebdullah Ocalan Hesen dibe Aram Amanos û rêwîtiya wî ya şoreşê ku her di hembêza Efrînê de derbas kiriye, destpê kiriye.

 

Tevlî şerê Extirîn dibe

 

Dawiya sala 2014`an têkoşer Aram Amanos agahî digre ku çeteyên DAIŞ`ê êrîşî bajaroka Extirîn dikin. Bajaroka Extirîn jî tenê 10 km ji Kantona Efrînê dûre. Hêzên Cebhet El-Ekrad ji bo bajaroka Extirîn ji êrîşa çeteyên DAIŞ`ê biparêzin alîkarî ji hêzên YPG`ê dixwazin. Li hemberî çeteyên DAIŞ`ê şerkirin di dilê Aram de ma ye û ji bo tevlîbûna cenga li hemberî çeteyên DAIŞ`ê daxwaza Cebhet El-Ekrad ji bo xwe weke firsetekê nirxand. Tişta kiribû serê xwe li pey ket heyanî ku pêşniyara wî hat qebûlkirin ku biçe tevlî cenga li hemberî çeteyên DAIŞ`ê bibe.

 

Şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê

 

Aram çîroka şerê Extirîn ji malbata xwe re wiha vedibêje:ʺ Me û çend komên bi Cebhet El-Ekrad re di nava têkiliyê de bûn biryar da ku li hemberî çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe bidin. Hinek ji wan koman di nava şer de dev ji çeperên xwe berdan û çete ketin çeperên wan de. Çete berê doçka xwe dan min û hindik mabû ez şehîd bibimʺ.

 

Tevlî Cebhet El-Ekrad dibe

 

Dawiya sala 2015`an têkoşer Aram fêrî bikaranîna çekên giran dibe û êdî çeka doçka bikar tîne. Di hemleyên rizgarkirina herêmên Şehba cihê xwe digre û bajaroka Dêr Cemal, Til-Rifet, Minix û balafirgeha wê ya leşkerî û bi dehan gundan rizgar dikin.

 

Hevalên wî yên Cebhet El-Ekrad ku bi hev re dîroka şerê rizgarkirina herêmên Şehba rêsandin anîn ziman ku Aram di şerê xwe yê li hemberî çeteyan bi wêrek bû.

 

Rakirina tola Rojhat di dilê wî de bû

 

Girêdana Aram bi kurê apê wî Rojhat Welat re nayê îfade kirin. Şehîd Rojhat li herêmên Şehba şehîd bibû. Aram di merasîma oxirkirina wî de soz da ku tola wî û hemû şehîdan rake. Şehîd Rojhat her di bîra wî de bû. Aram li ser her quncikeke lênûsa xwe navê şehîd Rojhat xêzkiribû.

 

Ji lênûsa Aram…

 

ʺArtêşek çiqasî xurt be eger fermandarê wan lewaz be, wê ev artêş têk biçe, çiqasî bê çek be û fermandar xurt be, wê biserbikeve. Fermandar divê hez bike û hestê hezkirinê geş bike. Eşq lêgera azadiyê ye. Tu her tim di şer de bisernakevî, dibe ku tu carnan têkbiçe. Divê em dostên xwe zêde bikin û dostên dijmin jî kêm bikin. Hedefa dijmin ne kuştina leşkera ne, hedefa wî kuştina sivîlan eʺ.

 

Berxwedaniya 13`ê hezîranê

 

Piştî ku Aram cihê xwe di nava hemleyên rizgarkirina gund û bajarokên herêmên Şehba de girt, biryar da ku vegere gundê Basufanê ku jê tevlîbûye. Girûpên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker her tim êrîşî gundê Basufanê, Beiyê û gundê wî Birc Heyder dikirin.

 

13`ê hezîrana 2017`an çeteyên Tirkiyê êrîşî gundê Basufanê kirin. Aram û hevalên xwe bi lehengî çeka xwe li hemberî çetayan dan bikaranîn û zêdetirî 50 çeteyên li kelha Seman diman kuştin. Çek û cebilxaneyên çeteyan jî ketin destê wan de.

 

Di wê berxwedaniyê de şoreşgerê ciwanê leheng Aram Amanos jî şehîd dibe.

 

Şehîd Aram fermandarekî ku di eniya pêş de şer dikir û di şer de bi lehengî şehîd bû.

 

ANHA

Emê bi ruhê fermandar Karker dagirkeriyê bi dawî bikin

Fermandariya Giştî ya YPG | 18 Adar 2023

Em rêhevalê xwe Mihemed Dede bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandina YPG | 11’ê Adara 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Ruhê Şehîd Xebat Em Tenê Nehîştin, Hîn Zindî Ye Û Ruhê Têkoşînê Gur Dike

Fermandariya Giştî Ya Yekîneyên Parastina Gel | 13 Çile 2023

Em rêhevalên xwe Qehreman Şiyê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 13’ê Kanuna 2022

Em rêhevalên xwe Dilxwaz û Hisên bi rêzdarî bi bîr tînin

Navenda Ragihandina YPG | 10’ê Kanuna 2022