Kuştina 108 Çeteyên DAIŞ Li Başûrê Şedadê, Êrîşên Dijwar Yên Artêşa Tirk Dijî Rojava
- 27 Tebax 2016 | Nûçe

Ji Çapemenî û Rayagiştî re:
1. 23ê Tebaxê çeteyên DAIŞê êrîşek berfireh biribûn li ser gundê Azawî û qadekî direjahiya 15km ê dikeve başûrê Şedadê. Çeteyên ji Iraq, Reqa û Dera Zor hatibûn kom kirin tevî çekên giran û maşîneyên zirxî 3 roj êrîşên xwe berdewam kirin. Di van 3 rojan de çeteyan bi 6 maşîneyên tijî teqemenî êrîş birin li ser hêzên me lê her 6 maşîne jî beriye bigihê çeperên hêzên me ji aliyê şervanên me ve hatin ruxandin. Dervahî van maşîneyan 1 Hammer û 1 maşîneyên din a leşkerî jî hatin ruxandin.
Piştî şerên dijwar ên 3 rojan de êrîşê çeteyan bi temamî tek çû. Di van şeran de qasî hat zelalkirin 108 çeteyên DAIŞê hatin kuştin. Di lêgerînê qadê de jî tevî 71 termê çeteyan 9 maşîneyên leşkerî, 1 maşîneya teqemenî barkirî, 2 maşîneyên doçka barkirî, 3 doçkayê 14,5mm, 600 fîşekên doçka 14,5mm, 1 çeka suîkastê ya bi navê Şiyar, 2 BKC, 1.400 fîşekên BKC, 17 kleş, 66 şerjor û 900 fîşekên kleşê, 1 roketavêja B7 û 5 gulleyên wê, 8 bombeya destan, 5 raxtê xwekûj, 1 dabance, 1 tablet, 2 bêtel ketin destê hêzên me.
Di şerê 3 rojan de 10 hevalên me yên ku bi lehengî li pêşiya êrîşên çeteyan girtin û bi lehengî şer kirin gihiştin şehadetê.
2. Êrîşên Arteşa Tirk a li dijî axa Federasyona Rojava-Bakurê Suriyê lidardixin her diçe berfireh dibe.
Di çarçoveya van êrîşan de Arteşa Tirk şeva 26ê Tebaxê bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Yapsê ya dikeve rojhilatê Kobanê.
Arteşa Tirk îro saetên nîvro de jî tevî maşîneyên zirxî ji milê deriyê sînor û ji gundê Til Şair ketin axa Rojava.
Dîsa şeva 26ê Tebaxê jî Arteşa Tirk bi tangan û çekên giran êrîş birin li ser çeperên hêzên me û Erka Xwe Parastinê ya gundê Museka ya giredayî navçeya Raco ya Efrînê.
Heman şevê Arteşa Tirk di navbera Amûdê û Dirbesiyê de jî bê serûber gulê rêşandin li ser maşîneyên li ser rê.
3. 26ê Tebaxê saet 19.00’an de komên çeteyên di bin banê koalîsyona Surî de tevdigerin bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Minix û Alkamiyê ya giredayî Efrînê.
Navenda Ragihandina YPG
27 Tebax 2016

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
