Koşeya Şehîdan Ji bo bîranîna Şehîdên Qereçox

  • 2 Kanûn 2017 | Nûçe

 Navenda Ragihandina YPG ji bo bîranîna Şehîdên ku di  encama bombebarana balafirên Dewleta Tirk a Dagirker de şehîd bûne Koşa Şehîdan amade kir.

Di 25 ê Nîsana 2017an de li ser Çiyayê Qereçox ê ku biryargeha YPG û YPJ, Navenda Ragihandina YPG, Radyo Dengê Rojava û gelek saziyên leşkêrî tê de bûn ji aliye Dewleta Tirk a Dagirker ve di saet 02:00an de bi 26 balafiran bombebarankirin. Di encama bombebaranê de 20 şervanên YPG û YPJ gihiştin asta şehadetê.

 

Navenda Ragihandina YPG ji bo bîranîna şehîdên Çiyayê Qereçox û şehîdên ku di Ragihandina YPG û YPJ de şehîd ketine koşeyekî şehîdan di navenda xwe de amade kirine. Tiştên ku di bin bombebaranan de maye, tiştên şervanên ku şehîd ketine û wêneyê wan di vê koşeyê de ten dîtîn.

 

 

Endamê Navenda Ragihandina YPG Bager Mordem vê tiştî tekez dike ku heya dawî wê li ser şopa hevalên xwe yên şehîd bimeşin û wiha berdewam kir: “Me ev Koşeya Şehîdên Qereçox ji bona bîranîna her 20 rêhevalên me û şehîdên me yên ku di Ragihandina YPG û YPJ de kar dikirin û dema ku li ser erka xwe bûn şehîd ketine amade kiriye.”

 

Hêjayê gotinêye ku heya niha 12 Endamên Ragihandina YPG û YPJ li cihên cûda şehîd ketine û piraniya van hevalan di dema şopandina têkoşîn û berxwedaniya şervanên YPG û YPJ ya li dijî DAÎŞê de gihiştine asta şehadetê.

 

 

 

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 2 Kanûn 2017

 

Em rêhevalê xwe Mazlum Serhed bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 29 Tîrmeh 2021

Daxuyaniya di derheqê Şehîdgeha Efrînê de

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 24 Tîrmeh 2021

Salvegera Şoreşa 19ê Tîrmehê pîroz be

Fermandariya Giştî ya YPG | 18 Tîrmeh 2021

Daxuyanî di derbarê rapora NY a bi dîroka 6ê Gulanê, 2021

Nûrî Mehmûd, Berdevkê fermî ê Yekîneyên Parastina Gel | 28ê Pûşperê, 2021

Em rêheval Agirî Qamişlo bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 28 Gulan 2021

Em rêheval Xemgîn Azadî bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 19 Gulan 2021