Kesên ku ji Kobanê ders dernexistin, dikarin li rewşa DAIŞê binêrin.

  • 16 Mijdar 2017 | Gotar

 

Taybetmendiyê herî sereke ya kevneşopiya dewleta Tirk, di bin her şert û mercî de dijminahiya Kurd kirin e. Dîroka ji hezar salî dirêjtir bi mînakên vê ve dagirtî ne.

 

Tevgerên Kurd, li pêşiya netew-dewletiya Tirk û sîstema wan ya faşîst, her im weke astengiyekî sekinîn. Kevneşopiya welatparêziya Kurdan, ji gelên din cûdatir, di bin her şert û mercî de axa welat parastin e.

 

Weke neteweya herî mezin ya bê dewlet (statu), tiştên ku Gelê Kurd bidest bixin, ji tiştên ku winda bikin pirr zêdetir in. Tiştekî ku winda bikin nîne. Lê gelek tiştên ku bidest bixin hene. Ev yek aşkere ye ku; Tevgera Azadiya Kurd ya ku dikeve sala xwe ya çilemîn, yekbûneke gelek berxwedan, serhildan û fedakartî; herwiha senteza ku xwedî rêxistinbûneke gerdûnî ya li ser esasê fikrên zanyarî û paradîgmasal e. Tevgera Azadiya Kurd, ji yên beriya xwe cûdatir, xwe naspêre neewperstiyeke hundirê wê vala, lê xwe dispêre bingeheke felsefî-zanyarî ya ku di dîroka Kurdistanê de yelem car tê dîtin. Ji ber van sedeman bûye tevgereke ku xetên dijberî xwe pêl bi pêl lewaz dike; ruxmê hemû hewldanên dijminan lewaz nabe û her serkeftî dimîne.

 

Tevgera Azadiya Kurd îspat kiriye ku di sedsala 21emîn de ew tekane hêvî ya ji bo gelên bindest e. Mînaka herî şênber jî berxwedana Kobanê ye. Li Kobanê, li hember rêxistina herî hov ya ku dîroka mirovahiyê de hatiye dîtin, DAIŞ, şerê hebûn û nebûnê hate meşandin. DAIŞa ku ji bo mirinê pêl bi pêl êrîş dikir, DAIŞa xwedî şervanên bi tecrube yên ku ser û bin bi teknîkeke pêşketî şer dikirin, li Kobanê hezîmeta herî mezin jiyan kir. Tevî piştgiriya gelek dewletên di bin serkêşiya Tirkiyê de, DAIŞ xwe li hember YPG û YPJê negirt. DAIŞ beriya Kobanê çi dikir?

 

DAIŞa ku kete ku derê bidest xist, di 2014an de bêyî şer Misul û derdorê wê bidest xist. Dîsa Reqa û Dêrezor ji alî artêşa Sûrî ve radestî DAIŞê hatin kirin. Berxwedanek nehate kirin. DAIŞ fikirî ku tiştên li van bajaran kiriye, wê li Kobanê bi awayekî hîn hêsantir bike. Ji ber ku êdî di destê wê de mîkdareke gelek mezin cebilxane û teknîka leşkerî ya ku ji wan bajaran, ji artêşên Iraq û Sûrî bidest xistibû hebû. Lê li Kobanê DAIŞ, rastî vîna gelê Kurd hat. Di esas de tiştê ku rast hat, hêviya jiyana nû ya ku ji alî Tevgera Azadiya Kurd ve di dil û mêjiyên vî gelî û şervanên wê de hatibû çandin bû. Girêdana mezin û baweriya bêdawî ya bi vê rastiyê ve bû. Her çi dibe bila bibe, bi hezaran sîvîl û şervanên ku bi biryardariyeke mezin dixwazin axa xwe biparêzin. Ev vîn, bawerî û girêdan bu sedema serdemeke nû ya ku hemû cîhan lê matmayî ma. Bû derseke dîrokî, ji wan kesên ku digotin “Kobanê ha ket, ha wê bikeve.” Diyar bû ku kesên ku ji paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaza Jin bawer kiribûn, wê li hember paşverûtiya serdema navîn binneketana. Wisa jî bû. Kobanê, ji bo DAIŞ bû destpêka bidawîbûnê. Heya Reqa hatin dehfdan û wê jî winda kirin. Şervanên Azadiyê li Kobanê, ji du taxên ku di destê wan de

mayî destpê kirin û bajar ji DAIŞê paqij kirin. DAIŞa ku li Reqa ji vê pirr bêhtir di dest de hebû berxwe neda, teslîm bû. Ev yek diyar dike ku vîn û baweriya mirov, her cûre serdestiya maddî dikare vala derbixe.

 

Kesên ku ji Kobanê ders dernexistin û çav berdane Efrînê divê vê yekê baş bizanibin ku ne Artêşa Azad, ne e komên çekdar û ne jî Artêşa Tirk a dagirker bixwe ji DAIŞ şerkertir, xurttir nîn in. Hemû nakin DAIŞek. Ji milekî ve, şeniyên Efrînê yên ku çar sal e bênavber her roj rastî êrîşê obus, hawan û çekên giran tên lê ruzmê vê jî dev ji warê xwe bernedane; li aliyê din şervanên azadiyê yên ku ji bo bihusteke axa welat amade ne ku canê xwe bidin, wê yek kevirekî Efrînê nedin dijminan! Yên ku cûdatir difikirin dikarin xwe biceribînin. Jixwe piştî çend ceribandinên heya niha cenazeyên ku li pey xwe hiştin bi zorê karibûn bigirin.

 

Xaleke din ku pêwîst e neyê jibîrkirin jî ew e ku, YPG û YPJ ji her demî bêhtir xurt û xwedî tecrube ne. Dewleta Tirk heya niha ji tu aloziyeke ku bi Kurdan re ketiye nav, serkeftî derneketiye. Aşkere ye ku li Efrînê jî ev rewş wê dubare bike. Piştî vê kêliyê, diyar e ku her çi bike bila bike dewleta Tirk, nikare modela Demokratîk ya li Rojavayê Kurdistanê bilind dibe lewaz bike. Her gavê ku bi vê armancê were avêtin, wê lê bizivire. Hebûna wê ya ne rewa ya li Sûrî, heya dawiyê dewam nake. Biryarên bi mantiq girtin, di siyaseta hundirîn û derve de revîzyonan pêşxistin; di mijara Rojava û bi taybetî Efrîn de tiştê ku bi dewleta Tirk bide qezenc kirin tenê ev e. Berevajî vê wê rê li ber Kobanêyên nû vebibe. Di dîrokê de nehatiye dîtin ku gelên berxwedêr binketine. Efrîn, bi şervan û gelê xwe amade ye ku vê rastiyê careke din îspat bike.

 

Jiyan Herekol

 

Navenda Ragihandina YPG | 16 Mijdar 2017

Emê bi ruhê fermandar Karker dagirkeriyê bi dawî bikin

Fermandariya Giştî ya YPG | 18 Adar 2023

Em rêhevalê xwe Mihemed Dede bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandina YPG | 11’ê Adara 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Ruhê Şehîd Xebat Em Tenê Nehîştin, Hîn Zindî Ye Û Ruhê Têkoşînê Gur Dike

Fermandariya Giştî Ya Yekîneyên Parastina Gel | 13 Çile 2023

Em rêhevalên xwe Qehreman Şiyê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 13’ê Kanuna 2022

Em rêhevalên xwe Dilxwaz û Hisên bi rêzdarî bi bîr tînin

Navenda Ragihandina YPG | 10’ê Kanuna 2022