Kargeha avê ya Şehîd Binefş ji bo çêkirina ava vexwarinê

  • 17 Sibat 2018 | Nûçe

Bi armanca pêşxistina aboriya herêmê û pêkanîna pêdiviya welatiyan her wiha beşek mezin ji bo alîkariya şervanên YPG û YPJ’ê yên li eniyên şer, Kargeha Şehîd Binefş ya ji bo parzandina avê û tijekirina wê li bajarokê Rimêlan a herêma Girkê Legê hatiye avakirin. 

 

Kargeha Şehîd Binefş ji 4 beşan pêk tê. Beşê paqijkirin û dermankirina avê piştî ji bîrê tê kişandin, beşê paqijkirin û dermankrina şûşeyên avê, beşê qapaxkirin û pêçandinê û beşê çêkirina şûşeyan.

 

Xebatkara Kargeha Şehîd Binefş, Lema Dêrik destnîşankir ku armanca avakirina kargehê ew e ku pêdiviya herêmê ya bi ava vexwarinê pêkbînin û di heman demê de pêdiviya şervanên YPG û YPJ’ê yên li eniyên şer bi ava vexwarinê were bicihanîn.

 

Lema Dêrik her wiha diyar kir ku ev beşek ji alîkariya wan ji şervanan re ye û erk li ser milê xwe dît ku  pêdiviyên wan bicih bînin.

 

Her wiha endama Kargeha Şehîd Binefş Leyla Kobanê li ser xebata xwe di kargehê de wiha anî ziman: ”Ev xebat ji bo min pir pîroze ku alîkariyê didim hevalên xwe yên YPG û YPJ’ê” û wiha axaftina xwe domand: ”Ez gelekî kêfxweşim di welatê xwe de karekî wisa dikim û çi ji destê min bê ezê ji bo heval û welatê xwe bikim.”

 

Navenda Ragihandina YPG | 17 Sibat 2018