Jina Rûs ku ji DAIŞê hatibû rizgarkirin, radestî rayedarên Rûs hate kirin
- 26 Berfanbar 2017 | Nûçe

Jina ku tevî malbata xwe tevlî DAIŞê bibû, dema dixwest ji çeteyan bireve ji alî hêzên YPG û YPJê ve hate rizgarkirin.
Amisbula Hamisbiyeva Danuyevna ku dixwest ji esareta çeteyan bireve, ji alî YPGê ve hatibû rizgarkirin. Danuyevna tevî 3 zarokên xwe duh li Efrînê radestî rayedarên leşkerî yên Rûs hate kirin.
Danuyevna di sala 2014an de tevî malbata xwe û zarokên xwe, bi rêya Tirkiyê derbasî Til Ebyad bibû. Jina Rûsî ya ku li Tebqa, Musil û Dêrezorê jî dimîne, ji alî çeteyan ve ji malbata xwe hatibû veqetandin û du caran hatibû zewicandin. Pişrî mirina çeteyê bi zorê pê re hatibû zewicandin, direve û berê xwe dide malbata hevjînê xwe yê ku li Ezazê dijîn.
Danuyevna dema ku dixwest bireve û xwe bigihîne rayedarên Rûsî, ji alî YPGê ve hat rizgarkirin. Danuyevna tevî 3 zarokên xwe duh li Navenda Koordînasyona Hevbeş ya Operasyonan ya YPG û artêşa Rûs, radestî rayedarên leşkerî yên Rûs hate kirin. Jin û tevî 3 zarokên xwe ji bo zivirandina welatê xwe ji Efrînê birê ketin.
Danûyevna anî ziman ku piştî esareta bi salan ew pirr kêfxweş e û spasiya YPG û artêşa Rûs kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 26 Berfanbar 2017

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
