Jinên ku hîn di bin enqazê hişmendiya zilamê serdest de ne
- 4 Cotmeh 2016 | Gotar

Bersiva şervana YPJ’ê Sena Hecî derbarê nivîsa Xewle Hesen El-Hedîd ya ku tê de êrîşê şervan û jinên Kurd û şoreşa jina azad dike: Jinên ku hîn di bin enqazê hişmendiya zilamê serdest de ne
Tişta ku mirov herî zor bawer û xeyal bike, ew e ku mirov bi îradeya xwe nirxê xwe daxe, cinsê xwe înkar bike û bibe amûrekî erzan di rojevên siyasî yên qirêj û berjevendiyên nijadperest de. Me li ser van hestan di pirtukên pîskolojiyê de pir xwendiye ku di wir de ji wan re tê gotin mekanîzmayên parastinê. Di wê rewşê de mirov gava ku nikare serbikeve û nikare bigihîje armancê xwe û bindikeve, lewman li derdorê xwe dike. Ji wê re jî dibêjin nexweşiya projaction (isqat). Bi wê rêyê em dikarin van nivîsan wisa bigrin dest û di heman demê de dikarin dermanê ji xwediyê wan re, ji bo ku şaşitiyên xwe bibînin, sererast bikin û careke din li xwe vegerin pêşkêş bikin.
Dema ku min nivîsa Xewla Hesen El-Hedîd, a ku dîploma diktora xilas kiriye, xwend, bi taybet êrîşê şoreşger û jina Kurd dike, tu dibê qey kîneke kevin di dilê wê de heye û bi van şirove û gotinan qehra xwe vala dike û tola xwe hildide. Wekî din jî tişta ku ket bala min, tişta herî balkêş nivîsa ku Sabîha Xelîl ku naveroka wê jî heman tişt bû. Wê jî di dawiya posta xwe de bi wê rengî nivîsiye.
Beriya niha post ji aliyê nivîskar Sabîha Xelîl ji bo malpera weşanê ya Tilena El Huriye şandibû ji bo ku di wê malperê de were weşandin. Lê ev nivîsa Sabîha Xelîl di malpera Kulne Suriyun li ser navê Xewla Hesen El Hedîd hatibû weşandin. Nivîskar Sabîha Xelîl bi xwe jî dema ku wê nivîsê dixwîne ku li ser navê Xwela Hesen El-Hedîd di malperek cuda de hatiye weşandin di şoqê de dimîne.
Nivîskar li wê derê pirs dike ku ev nivîs çawa gihîştiye nivîskara bi navê D. Xewla Hesen El Hedîd beriya ku li ser malperek din were belavkirin. Di nêrîna pêşî de ez pirs dikim çawa nivîskareke ku xwediyê gotarên rêzdare û ya din jî dîploma diktora standiye û çawa her du jî îdîaya diziya heman nivîsê yê dikin? Her wiha pir xalên din yên di derbarê wan jinan de ku min didin sekinandin ew e ku xwe weke nivîskar, mirovên zane û navên din didin nîşandan lê xwe tînin vê asta ketîbûnê.
Sedemên ku nehîşt ez paşve bikişim ji bo ez bersiva vê gotarê bidim ev e ku xwesteka danasîna perçeyek piçûk ji taybetmendiyên jina Kurd û sedema tevlîbûna wê ya şer li kêlek şervanên Kurd e. Dîsa ne xirabe ku em di hinek xal û hevokan de rastiya jina Kurd di nava Yekîniyên Parastina Jin (YPJ) de bînin ziman. Bi van gotinan belkî em bikaribin wîjdanê wan jinan şiyar bikin û perdeya reş a li ber çavên wan rakin. Dîsa belkî qelemê wan jinan rastiya ku tê berovajî kirin dîsa rast binivîse. Bi vî tiştî belkî bikaribin sucên xwe efû bikin ku ew li ser xwîna şehîdên jin ku ji bo azadiyê canê xwe feda kirine, ji bo avakirina mirovên azad û mirovahiyê tevahî tiştên xwe yên giranbuha li pey xwe hiştine.
Jin li kur be jî bi bedewbûn û jin bûna xwe tê naskirin. Xweşikbûn di jinê de heye û ev xweşikbûyîn taybetmendiya wê ye. Ev tişt ne tenê di nava Yekîniyên Parastina Jin de ye lê ev birêz û nivîskar li ser kîjan xweşikbûyînê diaxive? Gelo li ser xweşikbûyînê bi çavê zilam axivî? An jî bi ruhê jina şoreşger a Kurd axivî?
Her şervaneke jin ku di nav refên YPJ’ê de cih digirê ne tenê ji derve xweşike, belkû ew kombûna bedewiya fikr û exlaq, ruh û zahir e ku xwe dispêre felsefeya jiyana azad, ji milekî din ve feraseta xweşikbûnê ferasta felsefî û cewheriye, ne zahirî. Ji ber xweşikbûna zahirî ji wateya çandî û mirovahî valaye, lê ev xweşikbûna mirovê azad e, xemlandina wan jinan bi ruhê fedeyane ye, ta ku kêfxweşiyê bidin derdorê.
Tevlîbûna bi hezaran jinên ciwan nav refên YPJ’ê ji bo avakirina rêxistinek xweser di bin sîwanê rêverberiya wan e, ta ku karibin biryarê xwe bi destê xwe bidin û pêşeroja xwe diyar bikin, bi vî awayî wê ji tevahî jinên cîhanê re bibin hêza pêşeng. Ji ber ku ev jin nûnertiya hêza îdeolojîk dikin, armanca wan avakirina civakek demokratîk, ekolojîk û azadiya zayendî ye, ev armanca wan ya bingehîn e di nav civaka ku tê de wekhevî û edaleta civakî nîne, civaka ku bi destê sîstema zilam ji hemû pîvanên civakî û exlaqî bêpar maye û wiha kole bûye.
Berxwedanî û wêrekiya ku jina Kurd di nav Şoreşa Rojava de nîşan da, hemû cîhan jê re şahid bû. Jina ku berxwedanî raber kir ji bo parastina mafê jinê û têkoşînek beramberî sîstema desthiladar bû, ew jin felsefeya jiyana azad hembêz dike, û li beramberî civaka ku edalet û maf yên civakî nîn be ew xwedî helwest e. Her şoreşek ku pêkhateyên civakê xwe tê de nebînin ne mumkin e serkeftin û gihandina armancê bi xwe re bînê, şoreşa li Yekîtiya Soviyêt mînakek berçav ji vê rastiyê ye.
Cêwaziya Şoreşa Rojava ji tevahî şoreşan di pîvanê wê de ye, Şoreşa Rojava rêya civakê ronî dike, ev şoreş ta niha hewl dide raperînekê li dijî koletiyê bi encam bike, bingeha azadî û civakê bi têkoşîna bêwest û cesaret a jin û mêrên wê tê danîn, û prensîbên xwe bi berxwedanî û destanên şehadetê nîşan dide.
Di nav Şoreşa Rojava de YPJ’ê ne nişkêve û ne ji valatiyekê hatiye avakirin, ew mîrasa jinên têkoşer e, wê mîrasê ji dîroka jina berxwedêr digire. Rûpelên dîroka me îro ji navên berxedêran dagirtiye, tîpên wê bi ava zêrîn hatiye nivîsandin, ev dîrok ta 12,000 sal dirêj kiriye. Dîroka ku tê naskirin hemû rastiyên wê winda bûne yan jî ji bo berjewendî û xizmeta zihniyeta zilam ya desthilatdar hatiye guhertin.
Avakirina vê hêzê ne ji bo ramanan û utopiya bûye ne jî ji bo ku rojname û kanalên ragihandinê bal bikişîne li ser kesayeta xwe. Têkoşîna vê jinê bi baweriya ku karibe dorpêç li ser ax û civaka xwe rabike, di heman dema ku dorpêç û fetisandin dîsa li ser hebûna wê tê meşandin.
Tu behsa dayîk bûnê dike û dûrketina dayîka şerker ji parçeyên kezeba xwe, pêwîste ku jin beriya bibe dayîk di nav wê civaka ku rûmet û azadî tê de nîne bi hezar carî bihizre, ewê karibe çi pêşkêşî zarokê xwe bike, û wê çi pêşerojek li benda wê be? Di nav şoreşa Sûriyê de zarok bi hemû rêbazên hovane hatin kuştin, bi şewat û serjêkirin jiyanên wan ji dest çu, qêrîne dayîkan tevahî dinyayê hejand, lê mixabin ti kes ne alîkarî da û ne jî dengê xwe kir, pêwîste hûn li xwe vegerin û destê xwe deynên ser wîjdana xwe, li beramberî xwesteka bi sedan şehîdên jin yên ku ji bo rastiyê can kirin qurban.
Şervana YPJ, Sena Hecî
30 Îlon 2016

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023

Em 2 şehîdên Berxwedana Serdemê hevrê Cûdî û Hûseyîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Çileya 2023

Ruhê Şehîd Xebat Em Tenê Nehîştin, Hîn Zindî Ye Û Ruhê Têkoşînê Gur Dike
Fermandariya Giştî Ya Yekîneyên Parastina Gel | 13 Çile 2023

Em yek ji berxwedêrê Efrînê rêheval Aras Xalid bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 18’ê Kanuna 2022
