Ji esaretê ber bi azadiyê ve: Çîroka jina Êzidî Hêza
- | Dîmen

"Ez li Reqayê me. Hem dixwazin zîhniyeta DAIŞ'ê bişikînim, hem jî tola wan jinan, wan keçikan hilînim û hem wê zilmê dawî bikim. Ez dixwazim di vî şerî de dîroka azadiyê binivîsînim. Em keç û jinên Ezidî rizgar bikin, ez kêliyên azadiyê di çavên wan de bibînim, ez ji dil û can û germ hembêz bikim, ji ber ku êş û çîroka me yek bû. Em têkoşîna xwe bikin yek û em wan bibin Şengalê." Ev gotin, a jineke Êzidî ye ku di fermana 73'an de dîl hate girtin û piştî rizgar bû dest bi şerê azadiyê kir.
3'ê Tebaxa sala 2014 di dîroka mirovahiyê de rojeke reş e. Di wê rojê de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kirin û ji ber reva pêşergeyên PDK'ê, bi hezaran ji şêniyên Şengalê ên bêparastin man hatin kuştin û bi hezaran jin û keç hatin revandin.
Yek ji van jinên Şengalê yên bi zorê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hate revandin Hêza ye.
Hêza, di dema vê esaretê de li dijî zordarî û zexta çeteyan a ji bo guhertina ola wê, 2 caran jehr vexwar û gelek îşkence lê hate kirin.
Hêza dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê berneda û xwe ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir. Piştî ku rizgar bû, cihê xwe di nava Yekîneyên Jinên Şengalê de digirt û ji bo hilanîna tola xwe û hemû jinên Êzidî dest bi têkoşînê kir.
Hêza û hevalên wê yên din ên YJŞ'ê, ji bo tevlî operasyona Reqayê bibin, hefteya bihurî berê xwe dan eniya şer.
Niha jî Hêza li Reqayê, li cihê ku DAIŞ'ê ji xwe re weke paytext bi nav kir, şerê azadiyê dike.
Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ)'ê çîroka azadiyê ya Hêza ya li mewziyên Reqayê ye weşand.

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
