Ji bo wergirtina cenazeyan careke din bang dikin

  • | Daxuyanî

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

 

 

Di dîroka 17.07.2017an de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên ku di bin fermandariya wî de tevdigerin ve li hemberî gundê Eyn Deqnê a girêdayî navçeya Efrîn Şera êrişek pek hatibû. Di encama vî êrişî de di navbera hêzên me û çeteyên artêşa Tirk de şerekî dijwar pêk hatibû û gelekî kuştîyen wan çêbûbûn. Her wiha termê 10 çeteyan ketibûn destê şervanên me.

 

Li ser vê yekê di diroka 18.07.2017an de me bangawazî kir ku malbatên wan werin û cenazeyên xwe bigirin. Lê dewleta Tirk û çeteyên wî destûr nedan ku malbatên wan werin cenazeyên xwe bigirin.

 

Dîsa em wekî Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ bangawaziya xwe nû dikin û em bang li malbatên wan dikin ku werin cenazayên xwe bigrin.

 

Navê cenazeyên ku di destê me de ne wiha ye:

 

1. Sibhî Hamuş

2. Musa Şihade

3. Mistefa Musa

4. Ehmed El Ehmed

5. Ehmed Lawa Zekor

6. Yehya Tantur

7. Cemal Mistu

8. Ibrahîm Edrîs 

9. Silha Abdu

10. Alî Hayanî

 

Bi giştî cenazeyên ku ketibûn destê şervanên me 10 in û niha ev cenaze li cihekî bi ewle hatine ragirtin.

 

Fermandariya YPG a Kantona Efrinê | 22 Tîrmeh 2017