Ji bo bîranîna fermandara YPJ'ê Sozdar Bawer

  • 25 Tîrmeh 2017 | Dîmen

Hevala Sozdar ji rojên ku çirûskên şoreşê nû pêdiket, gav avêt nava şoreşê û heya roja me îro jî bi fedakarî û biryarbûnek mezin meşa xwe domand. Bi welatparêzî, fedakarî û eşqeke mezin ji şoreşê re herdem ber bi jina azad ve meşiya. Hevala Sozdar di şerê Rojava de bi meşa xwe ya Apogerî di hemû pêngavên azadiyê de cihê xwe girt û wek fermandara şervanên  azadiyê bû sembola pêşenga jina tekoşer a Rojavayî. Rêheval  Sozdar wek fermandar wê hertim di tekoşîna me de bibe ronahî û di rêka ku diçe welat û civaka azad de riya me ronî bike. Em di kesayeta fermandarên me Rêheval Şevîn û Sozdaran de soz didin hemû şehîdên şoreşê ku pêngava Rizgarkirina Reqqayê biser bixin.