Ji QSD’ê daxuyaniya encamên hovîtiya dagirkeriya Tirkiyeyê
- 26 Çile 2018 | Nûçe

Navenda Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê encamên êrîşa dewleta dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê li dijî herêma Efrînê û Bakurê Sûriyeyê eşkere kir.
Daxuyaniya Navenda Çapemeniya QSD’ê wiha ye:
“Ji çapemenî û raya giştî re
Dewleta Tirkiyeyê bi hevkariyeke eşkere bi Cebhet El-Nusra û tabûrên radîkal ên girêdayê wî re şerekî vekirî li dijî gelê me li Efrînê saet di 16:00’an roja şemiyê ya 20’ê Çileya 2018’an da destpêkirin û hemû hêza xwe ya leşkerî ya bejahî û ezmanî bi kar tîne û tank, panzêr û topavêjên xwe li dijî gundên herêma Efrînê bikar anîn û welatiyên sivîl armanc digirin. Di encamê de ziyanên mezin bi welatiyên sivîl bûn û piraniya qurbaniyên sivîl zarok û jin in. Hovîtiya dagirkeran hêjî li pêşiya çavên hemû cihanê berdewam e û hemû pîvanên mafên mirovan binpê dikin bêyî ku ti alî li hemberî vê yekê tiştekî bike.
Em van êrîşan weke berdewama êrîşên terorîst ên berê li dijî gelê me yên weke DAIŞ’ê bi nav dikin, nemaze Tirkiye hewl dide rêxistina DAIŞ’ê ku ji ber derbeyên hêzên me êdî li ber tunebûnê ye ji nû ve vejîne.
Li hemberî van êrîşên hovane, hêzên me bêdeng neman, lê belê li dijî vê hovîtiyê berxwedaneke leheng birêve dibe û bi lehengî erka xwe pêk tîne û hêza xwe ji rihê fedekariya gelê Efrînê li hemberî êrîşa artêşa Tirk werdigre. Em ji raya giştî re piştrast dikin tevî ku Tirkiyeyê hemû hêz û teknelojiya xwe li dijî herêmê bikar tîne û çekên NATO’yê li dijî welatiyên sivîl dide xebitandin, lê dîsa jî nikaribû serkeftineke leşkerî li ser erdê pêk bîne û di encama şer û pevçûnên hefteyekê de rastî ziyanên mezin hat. Lê mixabin artêşa Tirk kuştina zarok û jinan weke serkeftina xwe bi nav dike. Bi rastî komkujiyên qirêj li dijî zarok û jinan li Efrînê pêk anîn.
Êrîşa dagirkeriya Tirkiyeyê ne tenê li dijî kantona Efrînê bû, lê belê li dijî kantonên Kobanê û Cizîrê jî pêk hat.
Efrîn:
Topbarana topavêj û hawanan 699 top
Êrîşên ezmanî 191 êrîş
Êrîşên bi helîkopteran 1 êrîş
Balefirên keşfê bênavber hêjî berdewam e
Pevçûnên rû bi rû 136 pevçûn
(308) êrîşkarên cûda hatin kuştin û di nava wan de (4) fermandar û yek ji wan fermandarê Tugaya Semerqend ê bi navê Ehmed Fayiz û du birîndar û cenazeyên 4 leşkeran ketin destên şervanên me
Hêzên me miqdareke çek û belgeyên leşkerî desteser kirin
Hejmareke alavên leşkerî hatin rûxandin, ji van 4 panzêrên cûreya “Dûvpişk” û çar panzêrên veguhestina leşkeran, siwareyeke doçka li ser, tiraktorek, her wiha du tankên din, tireksek û panzêreke BMB hatin bêbandorkirin.
Pevçûnên ku encamên wan bi dest me neketine, 7 pevçûn.
(43) şervanên QSD’ê şehîd bûn û di nava wan de (8) şervanên YPJ’ê ne
(134) birîdarên sivîl û (59) şehîdên sivîl.
Minbic:
Tabûreke radîkal a girêdayî Tirkiyeyê hewldaneke êrîş kir û di hewldana xwe de çekên doçka bikar anîn.
Kobanê:
Artêşa Tirk sê êrîş bi çekên giran li dijî gundê Zormixarê pêk anîn û topavêj û hawan û çekên doçka bikar anîn.
Cizîrê:
Artêşa Tirk bi tank û topavêj û hawanan deverên sivîlan topbaran kirin û avêtina 9 topan hate belgekirin û di encamê de 3 welatiyên sivîl şehîd bûn û welatiyekî din birîndar bû.
Evan agahiyên jorîn encamên êrîşa dagirkeriya Tirkiyeyê ya 6 rojan e û encamên roja Înê 25’ê çile nagire nava xwe.
Navenda Çapemeniya QSD’ê”

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023

Em 2 şehîdên Berxwedana Serdemê hevrê Cûdî û Hûseyîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Çileya 2023

Ruhê Şehîd Xebat Em Tenê Nehîştin, Hîn Zindî Ye Û Ruhê Têkoşînê Gur Dike
Fermandariya Giştî Ya Yekîneyên Parastina Gel | 13 Çile 2023

Em yek ji berxwedêrê Efrînê rêheval Aras Xalid bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 18’ê Kanuna 2022
