Ji Gelê Me û Rayagiştî re
- 22 Tebax 2018 | Nûçe

Kiryarên dermirovane yên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li Efrînê pêk tînin, di demên dawî de zêde dibe. Bi taybet di demên dawî de him ev kom him jî hinek komên ku bi navên cûda cûda di hundirê Efrînê de çalakiyan pêk tînin û van çalakiyan bi rêya medyaya civakî parve dikin hene. Li gel agahiya ku hinek ji van koman bi îstîxbarata dewleta Tirk ve girêdayiye, ji rê û rêbazên ku tên bikaranîn jî tê fêmkirin ku pêwendiyek bi vî rengî heye. Ji ber vê em tekez dikin ku mafê gelê Efrînê û şervanên me yên YPG heye ku çalakiyan bikin bi rêbazên rewa ji bo bi dawîkirina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser axa me.
Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) xwedî li hemû çalakiyên xwe derdikevin û li van çalakiyan li ser malpera xwe www.ypgrojava.org bi rayagiştî re parve dikin. Ji bilî van, tu çalakiyeke ku li ser navê me bi rêya medyaya civakî tê parvekirin ne çalakiyên me ne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 22 Tebax 2018

Em 8 rêhevalên xwe yên di dîrokên cuda de gihîştine şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10 Çile 2021

Em rêhevalê xwe Ferhad Efrîn bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 17 Kanûn 2020

Hêzên me êrîş bi ser tu baregehên Pêşmerge de nebirine û em rêz li xweseriya herêma Kurdistanê digirin.
Fermandariya Giştî a Yekîneyên Parastina Gel | 17ê Kanûnê 2020

Li operasyona YATê ya 19ê Mijdarê 4 kes hatin girtin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Mijdar 2020

Em rêhevalê xwe Agir Kobanê bi rêzdarî bibîr tînîn
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Îlon 2020
