Ji Bo Gihandine Heqîqetê Canê Xwe Feda Dikin (28 Kanûn)
- 28 Kanûn 2016 | Şehîd

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!
Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê di 5 Mijdara 2016 hemleya Xezeba Firatê dabûn destpê kirin, ew hemle bi hemû dijwariya xwe dewam dike.
Rêhevalên me bi fedakartiyek mezin beşdarî wê hemlê dibin.
Hêzên me hete niha gelek cihên stiratejîk ji destê çeteyan rizgarkirin, herî dawî hevalên me yên di nav Hêzên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê de tevdigerên ji bo rizgarkirina gundê Çabera Şerqî ji zilma dijminê mirovahiyê DAIŞê ketin nava şerên dijwar de.
Di encama şerên dijwar yên ku 2 rojan (24 û 25 Kanûnê) berdewamkir li bakurê Reqayê, di gundê Cabera Şerqî de Sê rêhevalên me yên bi qehremaniyek mezin tevalî vî şer bûn û heya dilopa xwîna xwe ya dawî şer kirin û gihîştin şehadetê.
Rêhevalên me yên şehîd ji bo ku yekîtiya gelan ava bikin û biparêzin sîngên xwe dikin mertal li hember hemû xeteriyan, ji ber ku wa riya Heqîqetê nas kiriye û her dem dişopînin û ji bo wî xwîna xwe ya zelal dirijînin.
Weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin YPJ em di şexsê van hevalan hemû pakrawanên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi rêzdarî bibîrtînin û bejna xwe li ber wan ditewînin û soza şopandina rêya wan didin. Di serî de em ji malbata şehîdan û tevahî gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Xebat û xwîna şehîdan tûcarî vala nebûye, soza tolhildana şehîdan em careke din nû dikin û emê tekoşîn bikin ku layîqê şer û berxwedana hevalên xwe derkevin.
Nasnameya Pakrewanan Wiha Ye:
Nav û Paşnav: Dijwar Colemerg
Navê Rast: Ebdulmutelip Duman
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Ismaîl
Cihê Ji Dayikbuyînê: Van
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa. Caber Şergî 24.12.2016
Nav û Paşnav: Welat Qers
Navê Rast: Vedat Yusifoglo
Navê Dayikê: Turkhan
Navê Bav: Maksut
Cihê Ji Dayikbuyînê: Istanbul
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa. Caber Şergî 24.12.2016
Nav û Paşnav: Harûn Bagok
Navê Rast: Herûn Sungur
Navê Dayikê: Halîme
Navê Bav: Hacî
Cihê Ji Dayikbuyînê: Mardîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa. Caber Şergî 25.12.2016
Navenda Ragihandina YPG | 28 Kanûn 2016