Ji Çapemenî û Rayagiştî re - 25ê Tebaxê

  • 25 Tebax 2016 | Daxuyanî

Ji Çapemenî û Rayagiştî re:
 
1. Şerên piştî êrîşên çeteyên DAIŞê ya ku 23ê Tebaxê li dijî herêma gundê Azawî ya ku dikeve başûrê Şedadê destpêkiribû ket roja xwe ya seyemîn. Çeteyan bi alîkariya maşîneyên zirxî û kesên xwekûj li dijî çend noqteyên hêzên me yên dikevin 12 km rojhilatê Şedadê êrîşên nû lidarxistin. Piştî destwerdana hêzên me êrîşên çeteyan hat şikandin û çete neçar man xwe ji qadê vekşînin.
 
Di encama vê şerî de gellek kuştî û birîndarê çeteyan çebûn lê hejmara van kuştî û birîndaran nehat zelalkirin. Hêzên me li vê qadê tevî 8 termê çeteyan dest danîn li ser 7 kleş û 24 şerjora kleşê, 2 BKC, 1 roketavêja B7 (RPG).
 
Şerên li derdora gundê Azawî hîna jî cih bi cih berdewam dike.
 
2. Operasyona hêzên me ya ku li dijî çeteyên DAIŞê, şeva 23ê Tebaxê li rojhilatê başûr a bendava Tişrîn a giredayî Kobanê dabûn destpêkirin berdewam dike. Hêzên me ji doh ve li vê qadê pêşketine xwe domandin û 2 gund û 3 medcene ji destê çeteyên DAIŞê derxistin. Encamên vê operasyonê piştre were ragihandin.
 
Çeteyan jî li dijî vê operasyonê 24ê Tebaxê di saetên sihare de bi çekên giran êrîş birin li ser gunda Qadiriyê ya dikeve nêzî herêma operasyona hêzên me. 
3. Êrîşên Arteşa Tirk a li dijî axa Federasyona Rojava-Bakurê Sûrî lidardixin berdewam dike.
 
Di çarçoveya van êrîşan de Arteşa Tirk 24ê Tebaxê, di saetên nîvro de li gundê Meydan Ekbez a giredayî navçeya Raco ya Efrînê sînor derbas kirin û demek li vê herêmê man. Piştre leşkerên Arteşa Tirk carek din ji sînor derbasbûn aliyê din a sînorê.
 
Navenda Ragihandina YPG
25 Tebaxê 2016