Bîlançoya Meha Îlonê - 2017

  • 8 Cotmeh 2017 | Daxuyanî

Ji Çapemenî û Raya Giştî re!

 

Di meha Îlonê de, Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ di herêma Rojava û bakûrê Sûrî de dîsa ji bo prastina ax û welatiyan bê navber xebatên xwe domandin. Di vê çarçoveyê de li hember hemû êrîş û binpêkirinên Artêşa Tirk a Dagirker bersivên pêwîst di cîh û dema pêwîst de hate dayîn. Herwiha hêzên YPG û YPJ di nav pêngavên dîrokî yên ku bi armanca rizgarkirina axa Bakûrê Sûrî tê meşandin, bi awayekî çalak cîhê xwe girtin.

 

Di meha borî de Artêşa Tirk a Dagirker êrîşên xwe li ser xaka Rojava, bi taybet li ser Efrîn’ê domandin. Di êrişan de topên hawanê, obûs, katyûşa, tang, çekên doçka, BKC, B7 û çekên ferdî hatin bikaranîn. Di meha Îlonê de Artêşa Tirk a Dagirker û çeteyên girêdayî wê;

-          56 caran êrîşî xaka Rojava û şervanên YPG-YPJê kir.

 

Di vê çarçoveyê de ev êrîş û binpêkirin;

 

-          5 caran bi çekên ferdî û çekên navîn
 

-          22 caran bi çekên giran
 

-          20 caran bi obus, tang û hawanan

hatin lidarxistin. Herwiha Artêşa Tirk a Dagirker û çeteyên girêdayî wê

-          4 caran xwestin li nêzî qadên di bin kontrola hêzên me de çeper çêbikin
carekê dîsa li derdora herêmên di bin kontrola hêzên me de xwestin rê çêbikin.

 

-          4 caran li ser xeta sînor tevgera balafirên keşfê çêbûn.

 

-          Di encama êrîş û binpêkirinên Artêşa Tirk a Dagirker û çeteyên girêdayî wê de 3 sîvîlên ku yek jê jineke ducanî ye hatin qetilkirin. Herwiha hevalekî me di van êrîşan de şehîd ket.

 

Hêzên me yekser di asta pêwîst û di çarçoveya parastina rewa de bersiv dan van êrîşan. Di encama bersivdayîna şervanan de:

 

-          25 caran di asta pêwîst de, bi heman awayî bersiv hate dayîn.
 

-          Di encama bersivdana şervanan de T-rex’a çeteyan hate rûxandin, yek hate derbkirin.
 

-          Dîsa wesayîteke doçka hate hedefgirtin hate derbkirin.
 

-          Balafireke keşfê ya Artêşa Tirk a Dagirker hate xistin.
 

-          Hemû hewldanên çeper û rê çêkirinê hatin vala derxistin û xebatên wan hatin sekinandin.
 

-          Di encama bersivdana şervanan de bi qasî agahiyên zelal yên bidest ketin 4 çete hatin kuştin, yek brîndar bû. Dibe ku kuştî û brîndar hîn zêdetir bin.

 

Di meha Îlonê de Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ di nav pêngavên Rizgarkirina Reqqa û Bagera Cizîrê de di asta pêşengtî de, bi awayekî çalak cîhê xwe girtin. Di vê çarçoveyê de:

 

-          Ji %80 bajarê Reqqayê hate rizgarkirin çete di çend taxên navendê de hatin dorpêçkirin.

-          Dîsa di çarçoveya pêngava Bagera Cizîrê ya ku bi armanca rizgarkirina bajarê Dêrezorê di 9ê Îlonê de destpê kir de heya niha 85 km çargoşe hate rizgarkirin.

 

Di her dû pêngavan de bi giştî:

 

-          820 çete hatin kuştin
 

-          Ji van termên 84 çeteyan ketin destê şervanan
 

-          45 çete dîl hatin girtin
 

-          Li herêma Reqqa 300, li Dêrezor nêzî 5000 sîvîl hatin rizgarkirin.
 

-          Li Reqqayê gelek cîhên stratejîk yên weke Nexweşxaneya Meydanî, Avahiya Nufûsê,

 

-          Navenda Emîn, Navenda Trafîkê, Dadgeha Giştî, Girtîgeha giştî û gelek cîhên din yên stratejîk hatin rizgarkirin. Herwiha avahiya ku çeteyan weke Vîlayeta Reqqa bikar dianîn hate rizgarkirin.
 

 

-          Dîsa li Reqqa taxên Deriyê, Mirûr, Mesakin Idixar, El –Sûknê hatin rizgarkirin.
 

 

-          Li herêma Dêrezor 81 mezra hatin rizgarkirin.
 

 

-          Li Dêrezorê herêmên stratejîk yê weke kargeha Konîko û Ezbe jî ji çeteyan hatin rizgarkirin.
Herwiha bajarokê Siwêr ku di nav de depoyên genim jî hene ji çeteyan hate rizgarkirin.

-          Di şerên li herdû herêman 45 maşîneyên bombebarkirî ya çeteyan beriya ku bigihîjin hedefên xwe ji alî şervanan ve hatin rûxandin.
 

-          2 balafirên keşfê, 2 maşîneyên zirxî û 6 maşîneyên doçka li ser ji alî şervanan ve hatin rûxandin.
 

-          2 maşîneyên zirxî, 2 panzêr, 3 wesayîtên bombebakirî, kargeheke çekan,  2 pîkap, 9 depoyên cebilxanê, depoyeke xwarinê, kargeha çêkirina wesayîtên bombebarkirî li gel hejmareke zêde çekên sivik, navîn û giran û amûrên leşkerî ketin destê şervanan.

 

-          Di nav mehê de li herdû herêman, 5 jê şervanên YPJê, bi giştî 114 hevalên me gihîştin şehadetê.

 

Navenda Ragihandina YPG | 8 Cotmeh 2017